Çima ala Iraqê li ser cenazeyê Celal Talebanî nehate danîn?

09-10-2017
Mahmud Yasin Kurdi
Nîşan Celal Talebanî Ala Kurdistanê Ala Iraqê Merasîm Cenaze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Protokola Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şêrzad Azad Sultan ragihand, ku Bexda amade nebûye merasîma anîna termê Celal Talebanî saz bike û got: “Me ti tiştî, bê pirs û bê şewir pêk neaniye. Birayên me yên li Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji vê yekê agahdar bûn.”

 

Dema ku termê Serokomarê Berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî ji Almanyayê gihişte Firokexaneya Silêmaniyê ya Navdewletî li ser tabûta cenazeyê wî Ala Kurdistanê hebû û ev mijar jî bû qeyraneke nû li ser qeyranên ku navbera Bexda û Hewlêrê felc kirine.

 

 

Bexda bi qedexekirina esmanê Herêma Kurdistanê, gihiştina mêvanan bo şînê zehmet kir û wisa didin nîşandan ku nepêçandina tabûtê bi Ala Iraqê sivikatî bûye li dijî mezinahiya welat û karekî bi qestî bûye û herwiha peyameke siyasî bûye ji Bexdayê re.

 

Lê belê Berpirsê Protokola Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şêrzad Azad Sultan dibêje, ku Bexda amade nebûye merasîma anîna termê Celal Talebanî saz bike.

 

Şêrzad Azad Sultan ji Rûdawê re ragihand: “Ez li gel protokola Serokomarî û Serokwezîriya Iraqê axivîm, li Bexdayê ti bernameyeke wan ji bo pêşwaziya termê Serok Mam Celal tine bû. Hetanî min ji keça Serokomarê Iraqê Ciwane Xan re jî got ku li wir ti bername tine û rayedarên li ofîsa Ebadî jî gotin em diçin Fransayê, ti bernameya me tine ye ji bo pêşwaziya termê Celal Talebanî, ji ber vê yekê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî em erkdar kirin ku em merasîmeke mezin ji bo Serok Mam Celal birêve bibin.”

 

 

 

 

Berpirsê Protokola Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere kir, ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên, Cîgirê Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Dr. Xesro Gul li ser çawaniya birêvebirina merasîmê agahdar bûn û got: “Me ti tiştî, bê pirs û bê şewir pêk neaniye. Birayên me yên li Polîtburoya YNKê agahdar bûn. Li gor protokolê eger termê Serok Mam Celal biçûya Bexdayê, dibû Ala Iraqê li ser bûya, lê li wir merasîm nekirin, loma me tenê Ala Kurdistanê danî. Eger ew li hember ew qas xizmetên mezin ku Serok Mam Celal li Iraqê kir, amade nabin merasîmekê ji bo wî zilamî pêk bînin, ji ber çi li ser nedanîna ala Iraqê gilî dikin?”

 

Şerzad Sultan amaje bi wê yekê kir, ku nedibû du ala li ser termê Celal Talebanî were danîn û got: “Eger merasîm li Bexdayê bihata kirin, dibû tenê ala Iraqê li ser be, lê wan merasîm pêk neanîn. Loma rexneyên wan mezinahiya vê merasîma Serok Mam Celal kêm nake ku bi şahidiya gelek rayedar, xelk û kadroya YNKê, me karekî nuwaze û ciwan kir.

 

 

 

Ala Talebanî, ala Iraqê amade kiribû

 

Endama Serokatiya YNKê Ala Talebanî ku yek ji wan kesan e ku ji ber nedanîna ala Iraqê ser tabûtê, hêrs bûye, di daxuyaniyekê de ragihand, ne li bendê bûne ku ala Kurdistanê li ser tabûta cenazeya Celal Talebanî be û got: “Dema ku firoke gihişte, me alayeke Iraqê da lijneya protokolê, lê dema ku anîn, ala Kurdistanê hatibû pêçandin.”

 

Lê belê Şêrzad Sultan dibêje: “Her tişt bi şêwir û agahdariya Polîtburoya YNKê hate kirin. Me karên xwe li gor protokolê kiriye. Di derbarê alayê de jî, şeva vegera termê Serok Mam Celal, li Silêmaniyê me ala Kurdistanê amade kiribû. Gava termê anîn xwarê, me ala xwe danî, kesek jî ala Iraqê nedaye me, ev mijar bi hebûn an nebûna ala Iraqê pêwendîdar nîne, weke ku min got, merasîm li Kurdistanê bû, ne li Bexdayê. Ji ber vê yekê, me tenê ala Kurdistanê danî, li ser otomobîla taybet a veguhestina termê Mam Celal ber bi Mizgefta Mezin, alayên Kurdistanê û Iraqê hebûn. Ji xeynî vê jî, sirûda niştimanî ya Iraqê hate lêxistin. Ev hemû belge ne, ku nedanîna ala Iraqê bi mebest û bername nebû.”

 

 

Piştî merasîmê, çend rayedarên Iraqê ragihandin ku ji ber nebûna ala Iraqê merasîm terk kirine, lê Şêrzad Azad Sultan van zanyariyan red dike û dibêje: “Ti rayedarê Iraqê merasîmê terk nekir. Lê piştî birina termê Serok Mam Celal ber bi Mizgefta Mezin û xilasbûna merasîmê, çûn û medyaya wan wisa belav kirin ku boykot kirine.”

 

Di danîna tacegulan de Îran li pêşiya Amerîkayê bû

 

Berpirsê Protokola Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere kir, ku 100 pasevanên rûmetê yên Serokatiya Herêma Kurdistanê li gel 40 kes ji tîma hunerî û marşî ya Wezareta Pêşmerge di demeke kêm de, xwe ji bo merasîmê amade kirine û got: “Me di demeke kin de karekî mezin pêk anî. Merasîma ku hate sazkirin, ez bawer im li welatên derdorê, weke wê merasîmek nayê pêkanîn.”

 

Di dema danîna tacegulan de Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf beriya Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman tacegula xwe danî ser termê Celal Talebanî û li ser vê yekê xwendineke ciyawaz hate kirin. Şêrzad Sultan li ser vê mijarê destnîşan kir: “Li gor protokolê, meqamê Wezîrê Derve ji Balyoz bilindtir e, loma Wezîrê Derve yê Îranê beriya mêvanên din tacegula xwe danî.”

 

 

 

 

Tabûta Mam Celal ji dara gûzê hatibû çêkirin. Li ser daxwaza tîma protokolê, 21 top hate amadekirin û di merasîma cenazeyê de 21 gule hatin teqandin. Şêrzad Sultan dibêje: “Ew 21 top sembola aştiyê ye, Serok Mam Celal zilamekî aştîxwaz  û şoreşger bû. Baweriya 21 guleyan ji dîrokê tê. Dema ku keştiyên bazirganiyê diçûn bajarên din, ji bo aşkerekirina niyetpakî û aştiyê, 7 top her yekê wan 3 gule ber bi deryayê diteqandin, li hember wan jî xelkê wî bajarî bi 21 top, bersiv didan wan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst