Zalmay Xelîlzad: Iraq li hember Kurdistanê pabendî destûrê nebûye

09-10-2016
RÛDAW
Zalmay Xelîlzad
Zalmay Xelîlzad
Nîşan Amerîka Zalmay Xelîlzad Kurdistan Iraq Destûr Pabend
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Berê yê Amerîka yê li Iraqê, Zalmay Xelîlzad ragihand, Iraqê bûdceya Herêma Kurdistanê qut kiriye û bi wê yekê jî pabendê destûrê nebûye.

 

Îro yekşemî 9ê Cotmeha 2016, di merasîma vekirina sêyemîn kongreya aborî ya Yekîtiya Jûrên Bazirganî û Pîşesaziyên Herêma Kurdistanê de, Balyozê Berê yê  Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad gotarek pêşkêş kir.

 

Xelîlzad di gotara xwe de behsa giringiya kerta taybet bo ber bi pêşvebirina aboriya Herêma Kurdistanê kir û ragihand, amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê kongreyê de amaje ye bo giringîdana hikûmetê bi wê kertê.

 

Zalmay Xelîlzad amaje bi wê yekê jî kir, ku di heyama 2 salên borî de, Herêma Kurdistanê ji ber çend sideman di rewşeke zehmet re derbas dibe. Xelîlzad ew sedem wiha rêz kirin: “Şerê DAIŞê, kêmbûna nirxê petrolê û birrîna bûdceyê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve.”

 

Xelîlzad tekez jî kir, ku qutkirina bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Iraqê ve nîşaneya wê yekê ye, ku Bexda pabendî destûra Iraqê nebûye.

 

Balyozê Berê yê Amerîkayê yê li Iraqê destnîşan kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê kariye bi hemû zehmetiyan rûbirûyê kirîzan bibe, lê belê ew yek jî aşkera kir, ku pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo pêşkevtina aboriya xwe,  giringiyê bide sektora taybet û hilbirîna wê sektorê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst