Lixwemikurhatina yekem: Kê laşê Narînê xist telîs?

Hewlêr (Rûdaw) – Kesekî ku di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guranê de hatibû desteserkirin li xwe mikur hat û got, “Muxtar las di telîsekî de da min.”

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bûbû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya doh ragihand ku termê Narîn Guranê hatiye dîtin.

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu jî eşkere kir ku cenazeyê Narînê di nava telîsekî de û di binê keviran de hatiye dîtin.

Termê Narîn Guranê di nava telîsekî de li ber çemekî nêzîkî gund hat dîtin.

Li gorî rapora destpêkê, termê Narînê 15 rojan di nav avê de maye û çoka wê hatiye şikandin.

Piştî dîtina termê Narînê 3 dozgerên komarê hatin peywirdakirin û yekser dê, bav, ap û birayên Narînê jî tê de 23 kes hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de apê Narîn Guranê, Salim Guran ku di heman demê de muxtarê gund e hatibû desteserkirin.

Li gorî nûçeya Sabahê, îtirafa yekem a li ser kuştina Narînê ji gumanbarekî desteserkirî hatiye.

Gumanbarê piştî hat tesbîtkirin ku bi wesayîta xwe çûye qeraxa çem û hat desteserkirin di lêpirsînê de li xwe mikur hat û da zanîn:

“Muxtar laş di telîsekî de da min. Min jî telîs bir ber çem.”

Li aliyê din, di otopsiyê de ji laşê Narînê 91 nimûne hatine wergirtin.

Hatiye dîtin ku di nava telîs de lingê wê yê çepê ji çokê hatiye qutkirin.

Parçeyên hestiyên Narînê di çarçoveya otopsiyê de ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re hatin şandin.