Şaredariya Amedê ji bo wêjeya Kurdî dê atolyeyên wergerê veke

09-09-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Atolyeyên Wergerê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo wêjeya Kurdî dê atolyeyên wergerê veke.

Şaredariya Bajarê Amedê vekirina Atolyeyên Wergerê yên ku di pêvajoya pêşketina wêje û ziman de xwedî girîngiyeke mezin in, qebûl kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Şaredariya Amedê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin bi yekdengî vekirina Atolyeyên Wergerê yên ku di pêvajoya pêşketina wêje û ziman de xwedî girîngiyeke mezin in, qebûl kir.

Di civîna asayî ya meha îlonê de, rapora avakirina Atolyeyên Wergerê yên di nava şaredariyê de ji aliyê Komîsyona Çandê ve, ji bo darîçavbûna wêjeya Kurdî, hat nîqaşkirin û ji aliyê meclîsê ve hat qebûlkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst