Serlêdanên kreşên pirzimanî yên Şaredariya Êlihê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Êlihê, amadekariyên dawî yên kreşên pirzimanî xelas kirin û şaredarî êdî dê dest bi xizmeta kreşên pirzimanî bike.

Şaredariya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku ji bo welatiyan dema serlêdana kreşên pirzimanî dest pê kir.

Kesên ku bixwazin zarokên xwe bişînin kreşên pirzimanî yên şaredariyê di navbera 9 û 21ê Îlonê de dê karibin serlêdanên xwe pêk bînin.

Serlêdan li Ofîsa Belkentê ya li Avahiya Pêvekê ya Xizmetê a li Taxa Bahçelîevler dê werin qebûlkirin.

Welatî di dîroka hatiye diyarkirin de dê li ofîsê karibin ji bo kreşan serî li Şaredariya Êlihê bidin.