Asayîşa Rêveberiya Xweser 5 girtiyên ENKSyê berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 5 girtiyên ENKSyê serbest berdan.
Endamên ENKSyê Bêrîvan Êsmaîl, Fewaz Salih Benko, Ebdulrehman Mihemed Şeng, Xalid Mîrzo û Bengîn Birîndar hezîran îsal ji aliyê hêzên Rêveberiya Xweser ve hatibûn girtin.
Ew girtiyên Encumena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) serbest hatin berdan.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Fewaz Benko ne baş e.
6 endamên ENKSyê hîn jî girtî ne
Serokê ENKSyê Silêman Oso jî ji Rûdawê re got ku endamên ENKS Rakan Ehmed, Merwan Liyanî, Hesam Dorsin, Ehmed Sofî, Fethî Serhan û Remedan Mihemed Hacî heta niha nehatine berdan.
Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif jî beşdarî bultena Rojavayê Kurdistanê bû û derbarê girtiyan de axivî.
Feysel Yûsif ji Rêveberiya Xweser xwest ku 6 endamên din ên ENKSyê bêne berdan.
Bi gotina Feysel Yûsif endamên wan ên hatine girtin tenê karên siyasî kirine.
Li aliyê din li ser sedema girtina wan Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ti daxuyanî nedaye.
Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif ji Rûdawê re axivî:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 9, 2024
🎤Heta niha ti gav ber bi Diyaloga Kurdî-Kurdî ve nehatine avêtin
🎤Em ji asayîşê dixwazin 6 endamên din ên ENKSyê berde
🎤Endamên me yên hatine girtin tenê karên siyasî kirine pic.twitter.com/8RXPmnvCeD