Li rûbarê ku termê Narînê lê hat dîtin dîsa lêkolîn hatin kirin

09-09-2024
RÛDAW
Nîşan Narîn Guran Amed Veolîn Lêpirsîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna derbarê mirina Narîn Guranê li rûbarê cenazeyê wê hatibû dîtin dîsa lêkolîn hatin kirin.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya der heqê mirina Narîn Gurana 8 salî berdewam dike.

Li Gundê Çûliyê 21ê Tebaxê wenda bûbû û cenazeyê wê duh di rûbarê nêzîk gund de hatibû dîtin.

Li baregeha cendirmeyan miemeleyên 24 berşikan berdewam dike ku di nav wan dê, bav, du bira, çar mamên Narîn Guranê hene.

Di çarçoveya lêpirsînê de ji aliyê dozger û ekîbên vekolîna cihê bûyerê ya Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgehê, li rûbarê ku cesedê Narînê lê hat dîtin û her wiha li Gundê Çûliyê ji nû ve vekolîn hat kirin.

Hêzên ewlehiyê berşikê desteserkirî N.B. jî bir cihê bûyerê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst