Rêveberiya Xweser dest bi aktîvkirina kartên sotemeniyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê dest bi aktîvkirina kartên sotemeniyê ji bo welatiyan kiriye.

Rêveberiya Xweser ji 15ê Gulanê ve dest pê kiribû ku mazotê bide malbatan.

Rêveberê Ofîsa Sotemeniyê ya Reqayê Ebdulqadir Hemûd got:

"Me niha dest bi aktîvkirina kartên sotemeniyê kiriye.

Em daxwazê ji xelkê xwe dikin berê xwe bidin pêşkêşkirina belgeyan ji bo aktîvkirina kartên sotemeniyê.

Ji wan astengiyên li ber me derketin peydanebûna belgeyên malbatî û şexsî ne.

Em derbarê nirx û kalîteya mazotê de xelkê xwe hişyar dikin, sala borî xelkê me bi hebûna du cor mazot hatibûn xapandin.

Tiştek bi navê mazota xwegerimkirinê yan mazota elektrîkê nîne, yek mazot e û yek nirx e."

Li aliyekî din, Rêveberiya Xweser dest bi derxistina kartên elektronîk ên taybet ji bo wergirtina mazotê ya ki bo minibusên nav bajaran jî kiriye.

Berpirseke Ofîsa Veguhestinê ya Reqayê Nehle Şewket Eliyê got:

"Piştî rawestandina alîkariya li ser mînîbusên veguhestina navxweyî, bi armanca dîtina meknîzmayeke bikêrhatî ji bo wergirtina mazotê, Ofîsa Veguhestinê dest bi derxistina kartên elektronîk ên ji bo wan mînîbusan kiriye, da ku her litreke mazotê bi 4 hezar û 700 lîreyî bikirin.

Lewra her xwedî minibusekê bixwaze karteke elektronîk werbigitre divê belgeyên taybet pêşkêş bike."

Rêveberiya Xweser 15ê Gulana borî dest bi belavkirina mazota demsala zivistanê ya 2024-2025an kiribû.

Her malbatek 300 litre mazot werdigire, her litreyek bi 7 sentan e.