Qedexeya weşanê ya derbarê lêpirsîna Narîn Guranê hat rakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê RTUKê Ebubekîr Şahîn ragihand, biryara qedexeya weşanê ya derbarê lêpirsîna cinayeta Narîn Guranê de hatibû dayîn, bi destê Dadgeriya Sulh û Cezayê ya 5emîn a Amedê hat rakirin.

Serokê Desteya Bilind a Televîzyon û Radyoyê ya Tirkiyeyê (RTUK) Ebubekir Şahin di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got:

"Biryara Dadgeriya Sulh û Cezayê ya 5emîn a Amedê ya bidawîkirina qedexeya weşanê ya der heqê lêpirsîna cinayeta Narîn Guranê li ser malpera me ya fermî hatiye weşandin.

Ez ji bo keça me Narînê ji Xwedê rehmetê dixwazim.

Ez spasiya çapemeniya me ya berpirsiyar dikim, her wiha ez ji dostên me yên weşanger bi girîngî ricayê dikim ku di pêvajoya nûçeyên ji îro û şûnde de menewiyet û mehremiyeta ewlada me Narînê li ber çavan bigirin û li gorî wê hesas tevbigerin."