Mirovên wê Narîn spart axa sar: Lê pirsên bêbersiv zêdetir dibin

09-09-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Mirovên wê Narîn spart axa / Wêne: Rûdaw
Mirovên wê Narîn spart axa / Wêne: Rûdaw
Nîşan Narîn Guran Veşartin Cenaze Amed Gundê Çûliyê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Cenazeyê Narîna 8 salî ku 19 roj paşê di nava telîsekî de li newaleke avê de hatibû dîtin, li gundê Çûliya Amedê hat veşartin.

Lêkolîna derbarê kuştina Narîna biçûk de berdewam dike.

Cenazeyê Narîn Gurana 8 salî ku piştî 19 rojan cenazeyê wê di nava telîsek de li newaleke avê de hatibû dîtin, piştî otopsiyê ji Saziya Dadê ya Bijîşkî derxistin.

Mirovê wê cenazeyê Narîna biçûk bir gundê Qereqoça ser navçeya Rezan û piştî nimêja cenazeyê îcar cenazeyê wê bir gundê wê Çûliyê.

Cenaze li goristana gundê Çûliyê hat veşartin.

“Pirsên bê bersiv ên di serê xelkê de zêdetir dibe”

Dê, bav, bira û mam jî tê de 24 mirovên Narînê bi gumana kuştina wê hatin desteserkirin.

Li aliyekî lêpirsîna li ser wan berdewam dike û li aliyekî jî pirsên bê bersiv ên di serê xelkê de zêdetir dibe.

AK Partî dibêje çi dibe bila bibe ev bûyer dê bê ronîkirin û hemû kujer bêne cezakirin.

“Kî bin û çend kes bin dê li hemberî edaletê hesab bidin”

Parlamenterê AK Partiyê yê Mêrdînê Faruk Kiliç got:

“Em bawer dikin ên ku ketibin nava vê bûyerê, kî bin, çend heb bin û çiqas bin, giş dê li hemberî edaletê hesab bidin.

Em dixwazin hem dilê dayikan û hem dilê vî miletî bi vê biryarê rihet bikin.”

Li aliyekî li ser goristanê dengê girî û zêmarên dayikan lê li aliyekî din jî daxwaza ronîkirina bûyerê.

“Divê dadperwerî serdestê her tiştî be”

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî got:

“Divê dadperwerî serdestê her tiştî be. Divê wijdan li ser hemû tiştî be.

Ez wekî serokê berê yê Baroya Amedê û niha jî wekî parlamenterekî vî bajarî, bi baroya Amedê re çi bikeve ser milê me, em dê bikin.

Em dê heta dawiyê vê dosyayê bişopînin. Ji bo ku ev lêpirsîn bi awayekî herî baş bi ser bikeve û hemû berpirsyar derkevin holê, em dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Bila şik û gumana ti kesî ji vê yekê nebe.”

Lêkolîn û lêpirsîna derbarê kuştina Narîna biçûk de her diçe berfirehtir dibe. Hem hejmara desteserkiriyan û hem jî bersiva hin pirsên veşartî.

Lê heta encameke teqez neyê girtin, wisa xuya dike ku dê qedexeya li ser ragihandinê jî berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst