'Pirtûka Keçên Kobaniyê' hat qedexekirin

09-09-2024
RÛDAW
Nîşan Weşanxaneya Avestayê Qedexeya Pirtûkan Gayle Tzemach Lemmon Kobanî Rojavayê Kurdistanê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Pirtûka nivîskar Gayle Tzemach Lemmonê ya bi navê Keçên Kobaniyê: Çîroka Serhildan, Wêrekî û Dadperweriyê hat qedexekirin.

Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn ji Rûdawê re eşkere kir ku pirtûka wan a bi navê The Daughters of Kobani: A Story of Rebellion, Courage, and Justice\ Keçên Kobaniyê: Çîroka Serhildan, Wêrekî û Dadperweriyê hat qedexekirin.

Li gorî gotina Abdullah Keskîn pirtûk ji aliyê 4emîn Dadgeha Îzmîrê Adara 2023yan ew biryar daye û heta niha ew biryar ji wan re nehatiye teblîxkirin.

Pirtûka nivîskara Amerîkî Gayle Tzemach Lemmonê ya bi navê Keçên Kobaniyê: Çîroka Serhildan, Wêrekî û Dadperweriyê yek ji wan pirtûkan bû ku sala 2021ê li cihanê gelekî hatibû nîqaşkirin.

Pirtûk behsa çîroka şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) yên li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dike.

Pirtûk sala 2021ê ji aliyê Zerya Baranê ji Îngîlîzî ji bo Tirkî hatibû wergerandin û ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatibû çarpkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst