Cenazeyê Narînê hat veşartin: Li cihê lîstikan şîn heye

Hewlêr (Rûdaw) – Cenazeyê Narîn Guranê li gundê Çilûyê yê Ameda Bakurê Kurdistanê hat veşartin.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bûbû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya doh ragihand ku termê Narîn Guranê hatiye dîtin.

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu eşkere kir ku cenazeyê Narînê di nava kîsekî de û di binê keviran de hatiye dîtin.

Li gorî rapora destpêkê, termê Narînê 15 rojan di nav avê de maye û çoka wê hatiye şikandin.

Li gundê xwe hat veşartin

Cenazeyê Narînê piştî ku ji Saziya Tiba Dadî ya Amedê hat wergirtin û li gundê Çilûyê hat veşartin ku lê winda bûbû û termê wê hatibû dîtin.

Gundî, kes û karên Narînê û bi sedan kes beşdarî merasîma veşartina wê bûn.

Gundê ku cihê lîstik û xeyalên Narînê bû îro cihê şînê û girî ye.