Li Amedê 2 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Peyas û Licê yên parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê bi ser çend malan de girt û 2 kes desteser kirin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li navçeya Peyasê bi ser malekê de girt û ciwanê 23 salî yê bi navê Mihemed Altinkaya desteser kir.

Herwiha li navçeya Licê jî welatiyê bi navê Hêja Kaya yê ku karkerê avahîsaziyê bû danê sibehê li ser kar hat desteserkirin.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê Mihemed Altinkaya biriye Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê û sedema destserkirina wî ne diyar e.

Heta niha nayê zanîn ku hêzên ewlehiyê Hêja Kaya piştî destserkirinê bi kû de biriye.