Qileban (Rûdaw) - Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê cara yekem e ku sempozyûmeke navneteweyî tê lidarxistin.
Di sempozyûmê de 62 gotarên akademîk dê bênê pêşkêşkirin.
Yek ji van gotaran jî li ser taybetmendî û guherînên di dawetên Eşîra Goyiyan de ye.
“Ji ber qedexeyê zilaman demekê şaşik nedan serê xwe”
Lêkolînera Dawetan Mîhrîban Taşkin got, “Cil û lîbasên jin û zilaman nehatiye guherîn.
Mesela jin hêj kesrewan û pûşî didin serê xwe.
Nêzikî 20 salan ji ber qedexeyê ti kesî nedabû serê xwe.
Lê niha êdî jin weke berê didin serê xwe.
Berê ji ber qedexeyê zilaman jî demekê şaşik nedan serê xwe.
Lê niha êdî zilam jî şaşik didin serê xwe. Şal û şapik hertim heye.”
Ji ber ku dema dibêjin Qileban, Eşîra Goyiyan tê bîra mirovan, naveroka gelek gotaran jî li ser vê eşîrê ye.
“Eşîra Goyiyan jêhatî û mirovên hawarê ne”
Lêkolînerê Eşîra Goyiyan Dr. Îrfan Yildirim êşîrê wiha bi nav kir:
“Cûdatiya Eşîra Goyiyan heye. Bavegîd in, jêhatî ne û mirovên hawarê ne.
Di dîrokê de kî ji wan hawar xwestiye çûne aliyê wan kirine.
Ev jî tiştekî taybet e ku em dikarin tenê di vî gelî de bibînin.
Ti wextekî jî xerac nedane ti kesî.”
Li ser taybetiya xwezaya stratejîk a Goyiyan jî gotar hatin pêşkêşkirin.
Ji bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê jî hin akademîsyen di vê sempozyûmê de amade bûn.
“Gelek alimên mintiqeya Goyiyan bandor li mintiqeya Badînanê kiriye”
Prof. Dr. Fersat Marîe Smîail li ser xwezaya stratejîk a goyiyan got:
“Ev der mintiqeya Eşîra Goyiyan e. Hidûdê vê derê hidûdê Sindiyan, hidûdê Zaxoyê ye.
Hidûdê jîrkiyan e. Hidûdê Qeşûriyan e. Hidûdê Şirnexê ye. Ev gelekî girîng e.
Li ser dîroka wê û rola wê û li ser zanayên wê gotar têne pêşkêşkirin.
Gelek alim, mela û feqî ji vir derketine û hatine milê Badînanê û bandor li mintiqeya Badînanê kiriye.”
Beşek ji gotarên sempozyûmê jî li ser etnografya, wêjeya devkî û xwarinên Qilebanê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse