MEREŞ - Li ser cenazeyekî nimêj dikir, barhilgir li wan qelibî: 4 mirî û 25 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Andirînê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, frênê barhilgirekê teqiya û li kesên ku ji bo nimêja li ser cenaze kom bûbûn qelibî.

Parêzgariya Mereşê li ser bûyerê ragihand ku 4 kesan cane xwe ji dest daye û 25 kes jî birîndar bûne.

Li Goristana Kavakliyê ya gundê Dariobasiyê merasîmek ji bo cenazeyê kesê bi nave Davut Ovan dihat sazkirin.

Dema welatî ji bo merasîmê kom bûn, barhilgireke ku di ser rêya Mereş-Andirînê re dihat, li cemaetê qelibî.

Gelek tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê. Zerar gihîşte gelek otomobîlên li cihê bûyerê jî.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûne birin nexweşxaneyan.

Li ser bûyerê Şaredarê Andirînê Ahmet Dogan dabû zanîn ku bûyer dema welatiyan nimêja li ser cenaze dikirin qewimiye û gotibû:

“Em niha nizanin hejmara miriyan çiqas e lê em dikarin bibêjin ku zêdetirî 20 birîndarên me hene.”

Parêzgarê Mereşê Mukerrem Unluler jî ragihand ku ew niha ber bi cihê bûyerê ve diçe û got:

“Niha 5 miriyên me hene, herwiha 25 kes jî birîndar bûne. Di nav birîndarên me de dibe ku rewşa tenduristiyê ya hinekan giran be.”

Serdozgerê Komarê yê Mereşê Ramazan Murat Tiryakî jî ragihand ku li ser bûyerê du dozger erkdarkirî ne û şofêrê barhilgirê jî hatiye desteserkirin.

Ramazan Murat Tiryakî herwiha da zanîn ku lêpirsîn bi hemû aliyên xwe ve berdewam e.

Herî dawî Parêzgariya Mereşê bi daxuyaniyekê ragihand ku di bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest daye û 25 kes jî birîndar bûne.