Gundekî Silêmaniyê hate bombebarankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Gundekî navçeya Mawetê ya parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bi dronê hat bombebarankirin.

Qaymeqamê navçeya Mawetê Kameran Hesen ji Rûdawê re ragihand ku danê sibehê di demjimêr 09.10ê de devereke nêzîkî gundê Basawê hate bombebarankirin û agir bi derdorê ketiye.

Qaymeqamê navçeya Mawetê Kameran Hesen got:

“Bombebaran tenê kîlometreyekê dûrî malên gundiyan bû û herêmeke çiyayî ya li kêleka gund kir armanc.

Li gorî zanyariyên me bombebaran bi dronê hatiye kirin.”

Kameran Hesen diyar kir ku li gorî zanyariyên destpêkê, di encama bombebaranê de ti kesî canê xwe ji dest nedaye û birîndar nebûne.

Kameran Hesen li ser şewatê jî destnîşan kir ku hîn nehatiye kontrolkirin.

Kameran Hesen herwiha da zanîn:

“Dron û balafirên çavdêriyê bi berdewamî li ser navçeya me û tevahiya Şarbajêrê difirin û vê jî metirsiyeke mezin di nav xelkê de çêkiriye.”