Li Amedê malbat pev çûn: Kesek bi kêrê hat kuştin

09-09-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Pevçûna Malbatan Kêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna 2 malbatan de kesek bi kêrê hat kuştin.

Li gor zanyariyan doh êvarê li çayxaneyeke Taxa Seyrantepe ya girêdayî navçeya Peyasê ya Amedê, di navbera 2 malbatên ku pêştir di navbera wan de alozî hebû nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê her du malbat pev çûn.

Di pevçûnê de kêr jî hatin bikaranîn û welatiyê bi navê Oktay Baran ê 27 salî bi kêrê hat kuştin.

Kesê ku bi kêrê êrişî Baran kir ji cihê bûyerê reviya.

Herwiha hêzên ewlehiyê ji bo destserkirina wî dest bi operasyonê kirine. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst