Li Wanê dîsa dawiya hefteyê qedexe hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê careke din bi biryara parêzgariyê meş, çalakî û civînên bi kom ên li derve 2 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Wanê ya Bakurê Kurdistanê doh li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku rojên Şemî û Yekşemê meş, çalakî, kampanyayên îmzeyan, çêkirina anketan, vedana kon û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bi kom ên li derve 2 rojan hatine qedexekirin.

Parêzgariya Wanê îdia dike ku qedexe “ji bo rêgirtina li êrişan”, “parastina can û malê welatiyan”, “jinavbirina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.

Li gor daxuyaniyê, qedexe wan çalakiyan li xwe nagire ku parêzgarî destûrê dide.

Çend meh in bi berdewamî rojên Şemî û Yekşeman bi biryara parêzgariyê, li Wanê çalakî tên qedexekirin.