Li Mereşê erdhejek çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dulkadîrogluyê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 3,9 pileyan erdhejek çêbû.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî berdewam in.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku erdhejek li parêzgeha Mereşê çêbûye.

Li gor AFADê, erdhej li navçeya Dulkadîrogluyê ya Mereşê di demjimêr 03:22yan de çêbûye û hêza wê 3,9 pileyê rîxterê bûye.

AFADê diyar kir ku kûrahiya erdhejê 8,79 kîlometre bûye.

Li ser zerarên erdhejê heta niha ti zanyarî nehatine dayîn.

Li gor agahiyên li ser tora civakî hatine belavkirin, xelkê parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê jî bi erdhejê hisiyaye.