DÊREZOR - Serokeşîrekî li dijî HSD û Kurdan şer ragihand!

09-09-2023
Hisên Omer
HSDyê dosya ewlehiyê li Dêra Zorê radestî Asayîşê kir
HSDyê dosya ewlehiyê li Dêra Zorê radestî Asayîşê kir
Nîşan Dêrezor HSD Newaf El-Beşîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) aloziya li Dêrezorê çareser kir, ragihand ku “destên derve di aloziyê de hebûn”.

HSDyê û Hêzên Ewlehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku aloziya li navçeyên Dêrezorê bi dawî bûye û ew niha parastina aramiyê li wê derê dikin.

"Operasyon hene"

Fermandarekî ji Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got:

“Niha em li bajarê Suwerê ne. Weke hûn dizanin ew bêserûberiya ku li navçeya Dêrezorê çêbû, bi sedema destine derekî bû.

Weke hûn dibînin, em niha ji bo bicihkirina ewlehiya navçeyê li bajarê Suwerê ne. Bazar vekirî ne û welatî li her derê, çûn û hatinê dikin.

Operasyon hene, her dever tê şopandin, rêbendên û navendên me çalak in.

Em ji bo parastina ewlehî, seqamgirî û parastina hemû welatiyan li vê derê ne.”

Şêxê eşîra Beggareyê yê li Dêrezorê Newaf El-Beşîr bi cilûbergên leşkerî û tivingek di dest de ye ji eşîrên Ereb dixwaze li dijî HSD û Kurdan şer bikin.

Newaf El-Beşîr wekî  alîgirê Îran û hikûmeta Sûriyeyê tê naskirin.

Şêxê Eşîra Beggareyê Newaf El-Beşîr ji xelkên eşîran ên li Dêrezorê û li hemû Sûriyeyê re got:

“Divê hûn hemû weke yek mirovî bi hev re rabin. Ev qonaxeke dîrokî ye, divê em hemû yekrêz bin li dijî vê projeya Kurdî – Zeyonî. Armanc ew e ku me parçe bike û ji hev bixe da ku em derbider û li bin konan li derveyî navçeyên xwe bijîn.

Xelkên eşîran li Dêrezorê, yên li gel HSDyê ne, hûn li nav HSDê çi dikin?! Ew birayên we re şer dikin. Hûn li dijî kesûkarên xwe, dîroka xwe, welatê xwe û li dijî ola xwe ne, ji bo hinek dolar?!

Gelo hûn nizanin ev pere û dolar ji petrol û gaza me ne?!

Kurdên Qendîlê me talan dikin, petrol, gaz, dexlûdan û pembo talan dikin û ji pereyên we, pereyên gelê Sûriyeyê, li we xerc dikin.

Divê hûn ji hemû beş û dezgehên HSDyê vekişin û piştgiriya kesûkarên xwe bikin. Bi çek, amûr û hammarên xwe vekişin û ji bo şer, tevlî eşîrên xwe bibin.

Eger ne ev karwanên ku ji Hesekê tên, em dê bi ser ketibana û şer ji çend rojan ve, dê bi dawî bûba.”

HSDyê piştî destpêkirina operasyona “Bicihkirina Ewlehiyê” bi 12 rojan karî rewşa li navçeyên Dêrezorê kontrol bike û grûpên çekdar li wan navçeyan bişikîne.

Lê hewlên nehiştina ewlehiyê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên li jêr destên HSDyê her didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst