MÛŞ - Dema masî digirtin ket Çemê Muradê û xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) -  Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê kesê ku dema hewl dida masiyan bigire ket Çemê Muradê, xeniqî.

Abdulkadîr Suzmeyê 25 salî yê ku nêzîkî gundê Eralaniyê hewl dida bi hevalên xwe re masiyan bigire ket çem.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFAD, tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Wan Abdulkadîr Suzme bi alîkariya gundiyan ji avê derxist lê wî tevî hemû hewldanên ekîbên tenduristiyê jî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Suzme ji bo otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.