Kongreya yekbûna PAK û TDK-TEVGERê li Amedê bi rê ve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya yekitiyê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) îro li Amedê dest pê kir.

Kongreya ku îro bi beşdariya zêdetir ji 500 kesî dest pê kir dê du rojan berdewam bike.

Di roja yekem a kongreyê da, Alîkarê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun bixêrhatina mêvan û beşdarên kongreyê kir û bi kurtayî behsa armanca kongreyê kir.

Paşê jî li ser navê Komîteya Amadekar a Kongreyê, ji bo Dîwana Kongreyê Rifat Sefalî, Seval Mert, Roza Kurdî, Mîrza Akar û Diyar Çeçan hatin pêşniyarkirin û delegeyan ew dîwan pejirand.

Rêz li şehîdên Kurdistanê hat girtin

Serokê Dîwanê Rifat Sefalî bixêrhatina mêvan û beşdarên kongreyê kir û beşdaran bi Sirûda Neteweyî Ey Reqîbê, rêz li şehîdên Kurdistanê girt.

Li ser navê Komîteya Amadekar a Kongreyê, Berdevkê TDK-TEVGERê Mehmet Selîm Uzun bi zaravayê Kirdkî/Zazakî axaftinek kir.

Mehmet Selîm Uzun derbarê girîngiya xebata yekitiyê û rola wê ya di doza neteweyî û demokratîk a gelê Kurdistanê de bîr û rayên hevbeş ên Komîteya Amadekar anîn ziman.

Paşê Berdevkê TDK-TEVGERê Nezîr Akat û Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk di derbarê amadekariyên kongreyê de agahî dan.

Ozçelîk û Akat herwiha di derbarê bîr û bawerîyên xwe yên ji bo çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê û daxwazên acîl ên miletê Kurd de nêrînên pêşkêş kirin.

Nûnerên partî û rêxistinan axivî

Di beşa duyem a kongreyê de Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan, Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn, ji Başûrê Kurdistanê Nûnerê Partiya Şûî ya Kurdistanê Hawta Resûl, li ser navê PDK-S û ENKSyê Muslum Mihemed, li ser navê Destpêka Nû Dr. Engîn Yilmaz, li ser navê DDKDyê Abdulhay Okumuş axivîn.

Şaîrê Kurd Ahmed Kurdî kurteaxaftinek kir û helbestek xwend.

Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Îbrahîm Guçlu, Bedîrhan Epozdemîr û Mehmet Konuk jî axivîn.

Partî û rêxistinên siyasî yên ku beşdarî kongreya yekitiyê ya TDK-TEVGER û PAKê bûne ev in:

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û heyeta xwe,  Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn û heyeta xwe, Serokê Giştî yê PDK-Tyê Mehmet Emîn Kardaş û heyeta xwe, Serokê Giştî yê PDKyê Reşît Akici, ji Başûrê Kurdistanê Nûnerê Partîya Şûî a Kurdistanê Hawta Resûl, Rêvebirê PDK-S û ENKSyê Muslum Mihemed û heyeta xwe, nûnerê Tevgera Avakirina Demokratî Kurdistanî-Sûriye Mehmûd Remo û heyeta xwe, Alîkarê Serokê Giştî yê PIAyê Sedat Dogan û heyeta xwe, Serokê DDKDyê Halîm Îpek û heyeta xwe, nûnerê Partîya Yekitîya Kurdistanî-Sûriye Elî Hemisî, Rêvebirê Destpêka Nû Dr. Engîn Yilmaz û heyeta xwe, heyeta PDK Bakur, heyeta Partiya Azadî, Serokê Grûba Dîcle-Fratê Muhîttîn Batmanlî,  Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA-PARê Abdulsamet Yalçin û heyeta xwe, li ser navê Partiya Keskên Çep (YSP) Ahmet Guler û heyeta xwe, li ser navê DBPyê Sevîm Biçicî û heyeta xwe, Rêvebirê KKPyê Nûsret Maçîn û heyeta xwe, Alîkarê Serokê Teşkîlata Amedê ya AK Partiyê Zekî Akkoç û heyeta xwe, Alîkarê Serokê Teşkîlata Amedê ya CHPyê Selîm Fîdanci û heyeta xwe û Platforma Ciwanên Serbixwe.

Dezgehên Sivîl û komeleyên ku beşdarî kongreyê bûne jî ev in: 

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, Rêvebirê KURD-KAVê Farûk Durre, Serokê ŞIVİDERê Azîz Ozalp, li ser navê Platforma Koımeleyên Herêmî yên li Amedê, Mehmet Çelîker û Nûsret Îla, Nûnerê Komeleya Şêx Seîd Samed Bîlgîn, Komeleya Ehmedê Xanî-Batman, DEMKURD,nûnerê Komeleya Teqawîdan Mecît Kaçar, li ser navê Însîyatîfa Girtîgeha 5 Nolû Paşa Akdogan û heyeta xwe, li ser navê Engelsîz Bîrleşenler Federasyonû Ercan Akto, Nûnerê Komeleya Kedkaran Mecît Kaçar.