Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê bi Mexribê re ye

09-09-2023
Nîşan Mesrûr Barzanî Mexrib Erdhej Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi sedema erdheja li Mexribê (Fas) peyamek belav kir.

Şevê din li Mexribê bi hêza 7 pileyan erdejek çêbû.

Li gorî agahiyên dawiyê heta niha herî kêm hezar û 37 kesan canê xwe ji dest daye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser erdheja Mexribê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî amaje pê kir ku ew bi bihîstina xebera erdhejê gelekî xemgîn bûne.

Barzanî herwiha da zanîn ku erdhej bûye sedema gelek xisarên mezin.

“Gelê Kurdistanê bi Mexribê re ye”

Serokwezîr Barzanî ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî xwest û got:

“Herêma Kurdistanê di vê dema zehmet de bi hikûmeta xwe û gelê xwe bi Mexribê re ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst