Li Amedê di dikaneke cilan de teqîn çêbû: Kesek birîndar e
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji ber gaza xwezayî di dikanekê de teqînek çêbû û agir bi dikanê ket.
Di bûyera teqînê de kesek birîndar bû û dûmanê bandor li 19 kesan kir.
Danê sibehê di dikaneke cilan a li taxa Şêx Kamilê ya navçeya Rezanê ya Amedê de ji ber gaza xwezayî teqînek çêbû û piştî teqînê jî agir bi dikanê ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tenduristiyê çûn cihê bûyerê û kesê birîndar birin nexweşxaneyê.
Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê 19 kesên ku dûmanê bandor li wan kiribû tedawî kir.
Di encama xebatên tîmên agirvemirandinê de, agirê ku bi dikanê ketibû hat vemirandin lê kelûpel û cilên di nav de hemû şewitîn.
Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su çû wê dikanê û li cihê bûyerê lêkolîn kir.
Dîmênên kêliya teqînê ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve hatine tomarkirin.
Li Amedê di dikaneke cilan de ji ber gazê teqînek çêbû û piştî teqînê agir bi dikanê ket pic.twitter.com/aTtGXXBki5
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 9, 2023