Li Heranê otomobîlek ket kanala avê: 2 jê zarok 3 kesan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Heranê ya parêzgeha Rihayê di bûyereke trafîkê de 3 kesan canê xwe ji dest da ku 2 ji wan zarok in.

Êvara înê li taxa Siraliyê ya navçeya Heranê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji rê derket û ket kanaleke avê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û cenderme çûn cihê bûyerê û ji bo derxistina 4 kesên di otomobîlê de dest bi xebatan kirin.

Şofêr bi saxî ji otomobîlê hat derxistin lê termê sê kesên bi navên Seyîd Silêman (2), Îshak (1) û Zehra Înan ji otomobîlê hatin derxistin.

Termê her sê welatiyên navborî ji bo karûbarên otopsiyê veguhestin Bijîşkiya Dadî ya Rihayê.

Li gor amarên fermî yên ku Hezîrana îsal hatine belavkirin, di şeş mehên destpêkê yên 2023yan de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 257 hezar û 373 bûyerên trafîkê çêbûne.

Di wan bûyeran de hezar û 345 kesan canê xwe ji dest daye û 159 hezar û 235 kes jî birîndar bûne