Ji CENTCOMê bo HSDê peyama sersaxiyê

09-09-2022
RÛDAW
Nîşan CENTCOM HSD Peyama Sersaxiyê DAIŞ Kampa Holê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)  ji bo 2 şervanên HSDê yên ku li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn, peyameke sersaxiyê belav kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku di operasyona dijî DAIŞê ya li kampa Holê de 2 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.

HSD di daxuyaniya xwe de got “Duh bi şev di beşa 5an a Kampa Holê de, di şerê bi şaneke terorîsên DAIŞê re ku cil û bergên jinan lixwe kiribûn 2 şervanên me yên ku bi giranî birîndar bûbûn, şehîd ketin.”

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ji bo 2 şervanên HSDê yên ku li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn, peyameke sersaxiyê belav kir.

CENTCOM di peyama xwe ya sersaxiyê de dibêje “Hevkarên me yên HSDê, di êrîşa hêsankerên DAIŞê yên ku hewl didan ji El Holê ya Sûriyeyê birevin, 2 windahî dan.

Em sersaxiyê dixwazin û di vê erka krîtîk de piştgiriya hevkarên xwe berdewam dikin.”

CENTCOMê ji bo Cîgira fermandarê HSDê Salwa Yûsif (Jiyan Efrîn) ku di 22ê Tîrmehê di êrîşa dronî ya Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dabû jî , bi Tirkî peyama sersaxiyê weşandibû.

CENTCOMê di peyama sersaxiyê ya ku li ser hesabê xwe yê bi Tirkî yê Twitterê de anî ziman, “Cigîra Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Selwa Yûsif ya bi nasnavê ‘Jiyan Efrîn’ di 22ê Tîrmehê de li bajarê Qamişloyê di encama êrîşan de tevî 2 rêhevalên xwe yên jin canê xwe ji dest da. Selwa Yûsif li Bakurê Sûriyê serkirdeyeke girîng a HSDê bû ku di şerê li dijî DAIŞê de pêşengtiya hêzan dikir ji dema bilindbûna tekoşîna têkbirina îdeolojiya hovane ya di sala 2017an de. CENTCOM ji malbatên 3 şervanên HSDê, Bakurê Rojhilatê Sûriyê û HSDê re sersaxiyê dixwaze.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst