Li Hesekê pirsgirêka avê berdewam e

09-09-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Li Hesekê pirsgirêka avê berdewam e
Li Hesekê pirsgirêka avê berdewam e
Nîşan Heseke Pirsgirêka Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji dema ku Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê , dest danîn ser westgeha Elok ya avê ya Rojavayê Kurdistanê, bajarê Hesekê û gelek gundên ser bi wê pirsgirêka avê jiyan dikin. Pirsgirêka dabînkirina avê, yek ji pirsgirêkên herî mezin a welatiyan e.

Welatiyên bajarê Hesekê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê û beşek ji gundewarên ser bi wî bajarî, ji ber nebûna avê gelek zehmetiyan dibînin. Krîza avê bûye yek ji pirsgirêkên herî mezin ji wan re.

Ew jî bi sedema birrîna avê ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wan ve, li navçeya Serê Kaniyê, ku Wêstgeha Avê ya Elok radiwestînin.

Nişteciya Hesekê diya Mihemed got “Ev bûye meh û nîvek, em her sibeh radibûn avê vediguhêzin. Keça min a 4 salî jî, di veguhestina avê de alîkariya min dikir, lê ji heftiyekê ve keça min li nexweşxaneyê nexweş e, bi sedema nepakiya avê, ew tûşî zikçûn û verşînê bûye. Av ne pak e. Bîr jî nînin û her kesê bîra wî heye ji xwe re hiştiye, nahêle kesek jê dagire.”

Di du mehên borî de, hêzên ser bi Tirkiyê, di birrîna avê de, berdewam dibin, êdî xelk neçar in, avê bi rêya sîtêran, peyda bikin.

Nişteciyê Hesekê Ehmed Tirkî diyar kir “Ji mehekê û 10 rojan ve, av hatiye birrîn. Tu dibînî, xelk avê ji xeazzaneyan yan ji sîtêran dadigirin û sîtêr jî ne ewle ne. Ava wan tal e û çavkaniya wan jî ne naskirî ye.”

Derdora 1 milyon û 500 hezar kesî li Hesekê û gundewarê wê, gelek zehmetiyan ji ber birrîna ava Wêstgeha Elok dibînin û ji Cotmeha 2019an ve, ev kêşe her berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst