Li Amedê 153 zarokên bi Coronayê ketine li nexweşxaneyê tên dermankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin li Nexweşxaneya Zarokan a Amedê, ji ber Coronayê dermankirina 153 zarokan dewam dike ku piraniya malbatên wan derzî li xwe nedane.

Serpizîşkê Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê Semîh Canpolat got: “Rêjeya pêketina Coronayê ya zarokên malbatên wan derzî li xwe nedane zêde bûye. Di meha Tebaxê de ji 1402 zarokên ku hatine nexweşxaneya me testa 466an pozîtîf derket. Gelek ji wan piştî dermankirinê bo malê hatin şandin. Niha 72 li klînîkê û 82 li beşa nexweşên giran, bi tevayî 153 zarok ji ber Coronayê li nexweşxaneya me tên dermankirin.”

Dermankirina zarokên ku bi Coronayê ketine, li nexweşxaneyê di odeyên taybet ên yek kesî de bi awayê ku tenê dayika wan li cem wan be, tê kirin.

Semîh Canpolat dibêje, ji bilî mezinan di laşên zarokan de jî îltihaba (enfeksîyon) Coronayê tê dîtin û hejmara zarokên li nexweşxaneyan tên razandin zêde dibin.

Canpolat got: “Li ser zêdebûna hejmara pêketiyan me tedbîrên nû wergirtin. Me cihek ji bo midaxeleya bi lez ava kir û li wir pizîşkek, perestyarek û karmendekî tenduristiyê erkdar kir. Hemû nexweşên tên nexweşxaneya me pêştir li wê derê tên kontrolkirin. Em rojane testa 50 zarokan dikin. Eger pizîşk biryara dermankirina li nexweşxaneyê bide zarok bo qada îzolasyonê tê şandin. Li wê derê hemû pişkînînên wan tên kirin û pizîşkên pispor wan kontrol dikin. Piştî wê jî lo gor rewşa wan zarok bo beşa nexweşên asayî an bo beşa nexweşên giran tên şandin. Pêvajoya dermankirinê bi vî awayî destpê dike.”

Serpizîşkê Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê di berdewamiya axavtinên xwe de diyar kir: “Piraniya malbatên zarokên têne nexweşxaneyê derzî li xwe nedane. Malbat hinek tiştan li ser gotegotan dizanin. Bi giştî di nav zarokan de pirsgirêkên me hene. Em behsa girîngiya şîrê dayikê ya sala yekem dikin. Zanyariyeke zelal tine ku pêwendiya vaksîn û şîrê dayikê bi hev re hebe. Lê pêşniyaza me û pispora ew e; feyde û xisara wê li ber çav bigrin û vaksînê werbigrin. Bila gelê me guhê xwe zêdetir bide pisporan. Li nexweşxaneya me hîç zarokek entube nebû, lê yên di beşa nexweşên giran de man hebûn. Niha bo zarokên 12 salî jî mafê vaksînê hat qebûlkirin. Me li nexweşxaneya xwe jî ev bername da destpêkirin. Em hişyariyê didin malbata ku ji ber parastina zarokan derziyê li xwe û zarokên xwe bidin.”

Dayikeke zaroka wê bi Coronayê ketiye got: “Ji ber min şîr dida zaroka xwe min derzî li xwe neda. Kesên li derdora min digotin dayikên şîr didin zarokên xwe nikarin derziyê li xwe bidin. Lê ne wiha bûye. Ji ber wê ez ê di dema herî nêzîk de derziyê li xwe bidim.”