Qaymeqamiya Zaxo: Operasyonan milyarek û 600 milyon dînar ziyan gihandiye gundan

09-09-2021
Yûsif Mûsa
Komîteyên taybet bo zanîna ziyanan hatine avakirin
Komîteyên taybet bo zanîna ziyanan hatine avakirin
Nîşan Zaxo Operasyonên Tirkiyê
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Li gorî qaymeqamiya Zaxo, ji ber şerê artêşa Tirkiyê û PKKê bi qasî 1 milyar dînaran ziyan gihaye 22 gundên Zaxo, yek ji wan jî gundê Bihêrê yê ser bi nahiya Derkarê ve ye ku ji 26 Gulanê ve vala ye û xelkê gund pez û ajelên xwe jî firotine.

Ji aliyê din ve, ji ber operasyonên Tirkiyê bi qasî milyarek û 600 milyon dînar ziyan gihane gund û bax û navçeyên geştiyariyê yên Zaxo. Operasyonên Tirkiyê bi heman rengî ziyaneke bi qasî 600 milyon dînarî jî gihandiye 28 cihên geştiyariyê.  

Li gundê Bihêrê pênc salan welatiyê bi navê ELî Muhsîn û du birayên xwe  ligel pênc malbatên din dijiyan. Lê Tirkiyê 6ê Gulan îsal hewşa mala wan topbaran kir û di encamê de birayekî Elî Muhsîn birîndar bû û xaniyê wan jî kavil bû û neçar man ku ji xaniyên xwe derbikevin.

Ziyanpêketiyê topbaran Tirkiyê Elî Muhsîn diyar kir ku ew heftane tenê du seatan vedigere bo nva mal û baxên xwe û got: “Me 7 hezar dolar ji bo vê avahiyê xerc kir, lê Tirkan lê de û hemû ji nav çû û me gundê xwe berda û em çûn Dêrkarê. Me hemû bizinên xwe jî firotin.”

Li gor amarên qewmiqamiya Zaxo ziyan bi bihayê 600 milyon dînaran li 28 cihên geştyarî ketiye.

Sûlava Şeranşê li Zaxo salane nêzîkî 20 hezar geştyaran serdana wê dikin, lê bi gotina rêvebirên wê îsal rewş xirab bûye.

Ziyanpêketiyê ji berê êrişên Tirkiyê Elî Mehmûd jî got: “Xwedê îsal min bi qasî nêzîkî 20 hezar heta 30 hezaran mesref li vê derê kiriye. Herwiha em 10 malbat jî li vê derê dijîn, lê kes nema.”

Her dîsa li gor amarên qewmiqamiya Zaxo, ji ber şer û operasyonên Tirkiyê û PKKê ziyanên gundê wê navçeyê milyarek û 600 milyon dînar in ku bi 50 gund û cihên geştyarî ketine.

Qeymiqamê Zaxo Mişîr Beşîr jî dibêje: “Lijne ji aliyê Wezareta Navxwe ve hatine pêkanîn û hatine lêkolînan bikin. Piştî komkirina pêzanînan eger bernameyek hebe em dê li gor wê yekê ziyanan qerebû bikin.”

Li gor amaran ji destpêka operasyonên Tirkiyê ve li nav sînorên Zaxo 30 gund hatine valakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst