Galeriya wêneyan

10-09-2021
12 Photos

Li navçeya Çelê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ve, malbatên Kurd kuncî di aşên kevirîn ên dîrokî de dihêrin û dikin Tehîn.

Malbatên Kurd kevneşopiya çêkirina Tehînê li navçeya Çelê ya Colemêrgê diparêzin.

Tahîna ku li parêzgeha Colemêrgê tê berhemanîn, bi tama xwe ya taybetî tê naskirin û bo gelek deverên Kurdistanê û Tirkiyê tê şandin.

Xelkê navçeya Çelê xwediyê zeviyên mezin ên tovê Kuncî ne. Ew ti carî ji bo hilberîna Tehînê dermanan bikar nahînin.

Li navçeyê di van salên dawîn de li parêzgeha Colemêrgê û bi taybetî navçeya Çelê çandina kuncî zêde bûye.

Malbata Kurd a ku di wêneyên ku roja Sêşemê hatine kişandin de, tê xuyakirin bi hêrandina kuncî bi awayê kevneşopî û bi rêya aşê avî Tehînê amade dikin.

Ew berhema Tehînê li gorî sîparişên ku ji wan re tên, difiroşin.

Wêne: Ozkan Bilgin/AA