Konsulê Holanda: Em dixwazin hêzên Pêşmerge bihêztir bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Proseya rêkxistina û çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge berdewam û ew pênc komîteyên ku ji bo encamdana reformên di wezaretê de hatibûn pêkanîn û erkdarkirin, karên wan nêzîk e ku bi dawî bibe. Konsulê Holandayê jî dibêje, em dixwazin Hêzên Pêşmerge bihêztir bikin.

Ji bo rêkxistina hêzên Pêşmerge û çaksaziya di Wezareta Pêşmerge de 5 komîte hatine avakirin, tevahiya wan komîteyan dest bi kar kirine û beşek ji karên wan di qonaxa dawiyê de ye. 

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge  Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand ku bo rêkxistin û çaksazîkirinê di wezareta pêşmerge de 5 komîte hatine avakirin û çend erkên cuda bo wan hatine destnîşankirin.

Cebar Yawer got, proseya çaksaziyên di wezareta pêşmerge de qonaxên baş derbas kirine û di demeke nêz de dê encamên baş jê derkevin.

Yekxistina yekîneyên jimêrkariyê ku karê wan di qonaxa dawiyê de ye, rêkxistina mîlakatên wezareta pêşmerge, amadekirina dosyeya tevahiya efser û piledaran, veguhestina xanenişîn û kêm endaman bo ser wezaretên darayî û şehîdan, veguhastina zêrevanên wezaretan bo ser wezareta navxwe ji erkên wan komîteyan in.

Di çaksazî û rêkxistina hêza Pêşmerge de hêzên Hevpeymanan û bi taybet Amerîka, Almanya, Brîtanya û Holanda roleke bi bandor hene û proje û pêşniyar dane wezareta pêşmerge

Konsulê Holanda yê li Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand, ew dixwazin di qonaxeke demdirêj de Pêşmerge bihêztir û xwedî şiyanên bêtir be, û di warê serbazî de bi awayekî profesyoneltir tevbigere.

Willem Cosijn got: “Çaksazîkirin di nav pêşmergeyan de bo me projeyeke mezin e, em bi Amerîka, Brîtanya û Almanyayê re li ser vê projeyê kar dikin. Planeke demdirêj e, ez nabêjin bilez tê cîbicîkirin, pêdiviya vê planê bi demê heye, plan ev e ku Pêşmerge bê bihêzkirin,di warê leşkerî de profesyonel be û hejmara wan jî kêmtir be.”

Ji Sala 2017ê ve komîteyek bo çaksaziyê li wezareta pêşmerge hatiye pêkanîn, Birîtanya her zû hate nav proseyê û piştre Amerîkî jî hatin, herweha daxwaz ji Almanyayê jî hatiye kirin ku weke piştîvaneke serke yê Pêşmerge, beşdariyê di proseyê de bike û niha hêzên hevpeymanan bi giştî têde beşdar in. 

Projeya çaksaziyê li wezareta pêşmerge nerîna Hevpeymanan û Herêma Kurdistanê li xwe digre û  serokê Herêma Kurdistanê û Civata Wezîran û PDK û YNK piştevaniyê lê dikin.