Qedrî Cemîl: Rûsyayê pêşniyaz kir Kurd daxwaza hatina artêşa Sûriyê bikin

Sekreterê Giştî yê Partiya Îradeya Gel û Serokê Platforma Moskowê ya Opozisyona Sûriyê Dr. Qedrî Cemîl di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên Rûdawê da.

Dr. Qedrî Cemîl behsa peymana Partiya Îradeya Gel û Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSDê), egera tevlîbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bo nav artêşa Sûriyê, rêveberiya ne navendî, çareserkirina krîza Sûriyê û pirsa Kurdî û dawîn pêşhatên li Sûriyê û navçeyê kir.

Dr. Qedrî Cemîl ragihand, Rûsyayê pêşniyaz li Kurdan kir ku daxwaz bikin artêşa Sûriyê derbasî navçeyên wan bibe û dibêje jî, “Ez ji kesên dirûşmên neteweyî bilind dikin bêtir xizmeta neteweya xwe dikim.”

Rûdaw: Çima ji destpêka karê we yê siyasî ve, we berê xwe da karê siyasî yê sûrî û hûn tev li tevgera kurdî li Sûriyê bi giştî nebûn, gelo sedem baweriya te ya hizirî ya Markisî bû?

Qedrî Cemîl: Çimkî baweriyek li ba min hebû ku ti pirsek li Sûriyê nîne û bikare li Sûriyê bê çareserkirin eger ne di çarçoveya sûrî ya giştî de be. Min ji destpêkê ve bawer dikir ku Pirsa Kurd têkildarî têkoşîna ji bo demokrasiyê ye, ji bo têkoşîna giştî li Sûriyê ji bo tevahiya gelê Sûriyê ew tenê dikare vê dozê çareser bike. Bi nerîna min, ev têkoşîn bibandortir e û dikare ji awayên din ên xebatê encamên çêtir bide.

Anku ev ne bi sedema bîr û baweriya we ya Marksîst e, bi taybetî hûn îro lihevkirinekê yan hevahengiyekê bi Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSDê) re encam didin, hûn vê çawa wesf dikin?

Ez vê raveya ku te pêşkêş kir nerast wesf dikim ji ber ku şîroveya Marksîst şîroveya herî nêzîkî realîteyê û herî nêzîkî rastiyê ye. Ew rê dide bikaranîna hin çekan ku ti nerîn û teoriyên din rê nadin bikaranîna wan. Li gor vê yekê, min dît ku têkoşîna hevgirtî ya gel bi neteweyên xwe yên cuda dê armancên ku em ji bo wan hewl didin pêk bîne. Pirsgirêk ne di navbera Kurd û Ereban de ye. Lê pirsgirêk di navbera belengazên Kurd û Ereb de ye ku divê bibin yek ji bo xelasî û gihiştina armancên xwe..ku herdu alî wan diperçiqînin...ev baweriya min a Marksîst e di koka xwe de. Lewma ya rast, heke te têbînî kiribe, ku sedem îdeolojî ye, rast e, lê sedemeke îdeolojî ye ku ji realîteyê û di encama pêdiviyên objektîv de peyda bûye.

Erê, bila em di hevahengiya ku vê dawiyê çêbû bimînin. Ji ber ku dijberên sûrî berê xwe dan Tirkiyê û  dewletên Kendavê û Misirê û dewletên Rojavayî yên din. We çima berê xwe da Rûsyayê da ku peymana di navbera we û Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSDê) de encam bide?

Ji ber rewşa Sûriyê ev demeke ez li Moskowê me. Ez yê tenê me ji Rêxistina Eniya Guherîn û Rizgarî û Partiya Îradeya Gelêrî ku li derveyî Sûriyê me, ji ber sedemên siyasî û ewlekarî. Lewma jî hebûna min li Moskowê yek ji sedemên îmzekirina li Moskowê bû. Duyem: Ne tesadifî bû ku Moskow hate hilbijartin, çimkî ew ji hêla cografî ve cihê tenê bû ku mumkin bû em lê bicivin di nav şert û mercên dijwar ên heyî de, anku mercên Korona. Sêyem: Armanceke me hebû ku em bi hebûna xwe li Moskowê bêjin ku di çareseriya siyasî de Moskow xwedî sembolîzmeke diyar e, ji ber helwesta Rûsî ya berdewam ku di çareseriya siyasî de, bi rêkeftina hemû Sûriyan li ser awayê çareseriyê li gor bingeha 2254 îsrar dike. Anku serdana Moskowê ne rasthatinek bû, lê bi mebest bû û me herdu aliyan dixwest ku em nameyan ji hemû aliyan re peyaman bişînin.

Bila em di çarçoveya hevahengiya navbera we û MSDê ku sîwana siyasî ya HSDê ye bimînin. Gelo hûn bi vê peymanê dixwazin HSDê ji hevpeymaniya bi Amerîkayê re bikişînin bo aliyê Rûsî, tiştekî wisa li ba we heye?

Niha me bi Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD)ê re danûstandin kiriye. Divê tu vê pirsê ne ji min lê ji HSDê bikî. Ji ber ku ez ne heqdar im pirseke wisa bibersivînim û ew ne di nav erkên min de ye. Duyem, hatina MSDê bo Moskowê ne nû ye, lê bi dehan serdan hene ku heta niha çêbûne. Dibe ku ev serdan ji ber du sedeman bêtir hatibe rûmalkirin. Ya yekem ew e ku me belgeyek îmze kir ku kesî desttêwerdan tê de nekir. Dema ev belge hat amadekirin û îmzekirin, ti navbênkar di navbera me de nebû. Anku ti navbênkarekî derveyî ti rol nelîst. Me biryar da ku wek du şandan bi hev re herin Wezareta Derve ya Rûsyayê da ku em wê ji encamên gotûbêjên xwe serwext bikin û wê ji belgeya hevtêgihiştinê û hûrgiliyên wê agadar bikin. Ez dikarim bêjim ku Wezîr Lavrov naveroka belgeyê eciband û soz da ku ew ê ji bo hêsankirina diyaloga di navbera Sûriyan de bixebite.

Eger Rûsya ji îmzekirina belgenameya di navbera we de razî bû, lê gelekan ev peymana ku MSDê bi we re îmze kir, rexne kir ji ber ku wan dît ku ew mafên Kurdan “tenê li gor peymanên navneteweyê” garantî dike. Gelo hûn federalîzmê yan otonomiyê ji Kurdistana Sûriyê re qebûl bikin?

Ez nizanim, lê divê we belgename xwendibe! Belgename behsa hevkêşeyeke nû di navbera navendîbûn û ne-navendîbûnê de de dike. Ne behsa federalîzmê, ne behsa xwerêveberiyê û ne jî behsa nenavendîbûna reha dike. Lê ew behsa hevkêşeyeke nû dike ku li ti cihî nîne. Navend xwedî desthilat e û herêm xwedî desthilatên berfireh in ji bo birêvebirina karûbarên xwe. Me got ku ezmûna Rêveberiya Xweser bi erênî û neyîniyên xwe - ev di belgeyê de tê gotin- divê sûd jê bê wergirtin ji bo giştîkirina wê li ser asta Sûriya daxwazkirî di dema pêşnûmaya destûra nû de. Ez nizanim tu çawa belgeyê bi tiştekî didî gotin ku negotiye! Wê negotiye federalîzm û negotiye nenavendîbûna reha û ew nabêje otonomî! Ev hemû nînin. Me qala ezmûna Rêveberiya Xweser kir  ku xalên xwe yên erênî û neyînî hene.

Mebesta min ew e û ez li nerîna te dipirsim li ser federalîzmê û cîbicîkirina wê li herêmên Kurdî li Kurdistana Sûriyê. Û min negot ku ew di belgenameyê de hatiye, lê ew mafan li gor peymanên navneteweyî li xwe digire. Hûn çawa dibînin?

Nerîna min di belgenameyê de heye. Nerîna min di belgenameyê de heye. Ji ber ku ew li ser modela navendîbûn û ne-navendîbûnê axivî. Ev nerîna min e. Û tiştekî ku bi nerîna me re dijber be, di belgeyê de nîne. Dibe ku ev mesele ji quncikên tûj ên pirsgirêka têkiliya di navbera  navendîbûn û ne-navendîbûnê de be. Lê piştî danûstandina biratî ya dûdirêj, em gihiştin jihevfamkirinekê li ser vê xalê û me ew bi awayê ku we di belgeyê de dît çareser kir.

Lê gelo îmzekirina belgeya jihevtêgihiştinê ku li Moskowê di navbera Partiya Îradeya Gelêrî bi serokatiya we û Meclîsa Sûriya Demokratîk de pêk hat, diyar dike ku em li pêşber qonaxeke nû ne ku nêzîkbûn û dîtineke siyasî ya Rûsî ya bêtir realîst ji bo rewşa siyasî re li Sûriyê nîşan dide, anku ew li ser bingeha çareseriya siyasî ye û ew tenê rêya derketina ji kirîza Sûriyê ye?

Bi baweriya min, dîtina Rûsî ji destpêka kirîzê ve û heya vê gava ku ez bi we re diaxivim, neguhêr e û nehatiye guhertin. Ew heman gotinê dubare dikin ku çareseriya siyasî ya li ser bingeha 2245 çareseriya yekane ye û divê hemû Sûrî di pêvajoya siyasî de beşdar bin. Me ji kêliya yekem ve beşdarî nekirina gelek hêzên siyasî di Komîteya Destûrî de rexne kir, di nav de MSDê. Lê di heman demê de me got ku Komîteya Destûrî ya niha ji bo destpêkirina wê bes e , lê ne bes e ku karê xwe bi dawî bîne. Û me ji kêliya yekem ve soz da, ji destpêka xebata Komîteya Destûrê ve, ku em hêzên din jî tev li vê komîteyê bikin. Me li ser vê meselê jî di belgeyê de li hev kir.

Ji ber ku we qala destûrê kir, dema ku Rûsya reşnivîsek ji destûra Sûrî re amade kir û mafê federalîzmê ji bo herêmên Kurdî tê de bi cih kir. Lê piştî wê reşnivîs paşve kişand. Hûn ji helwesta Rûsî derbarê mafên gelê Kurdistana Sûriyê de razî ne? Tu mîna Qedrî Cemîl?

Hûn behsa kîjan destûrê dikin? Min reşnivîseke wisa nedîtiye. Min ew tenê di medyayê de dîtiye, û Rûsan ti reşnivîs li xwe negirtiye, û lewra jî axaftin di valahiyekê de dizîvire li ser destûreke Rûsî ku li cihekî ji cihan heye! Rûs mijara karûbarên Sûriyê ji Sûriyan re dihêlin. Rûs ne Amerîka ne, ne Fransa û Tirkiyê ne ku desttêwerdanê di karûbarên Sûriyê de bikin. Rûs ciddî ne ku karûbarên Sûriyê ji Sûriyan re bihêlin da ku ew bi xwe biryara xwe bidin.

Hûn cîbicîkirina federalîzmê li herêmên Kurdistana Sûriyê çawa dibînin?

Sûrî dê biryarê li ser vê mijarê bidin, têkiliya Rûsan bi vê mijarê tune, û eger ew desttêwerdanê bikin, ew ê bibin mîna Amerîkiyên ku desttêwerdanê di karûbarên gelên din de dikin, û mîna Macron ku hate Libnanê da ku ji wan re çareseriyeke siyasî ji bo kirîza Libnanê ferz bike. Rûs xwe ji tevgereke wisa bi dozên gel û dewletên din re dûr digirin û mafê diyarkirina çarenivîsê ji wan gelan bi xwe re dihêle.

Em ê herin mijareke din. Rûsan berê hewl da ku piştgiriyê bidin gelek civînên di navbera aliyên Kurdî û rejîma Sûriyê de, çi li Şamê be, çi jî li Bingeha Himêmîmê ya Rûsî be, lê tiştek ji wan derneket. Gelo hewldaneke nêzîk a Rûsî heye ku danûstandinan saz bike, lê di navbera Tirkiyê û HSDê de?

Min îro di medyayê de xwend, bi taybetî di rojnameya el-Şerq el-Ewset de ku Rûs amade ne di navbera Kurdên Sûriye û Tirkiyê de rola navbeynkar bilîzin. Min ev agahî ji medyayê bi dest xist. Bi baweriya min, di mercên niha de Rûs hêja ne vê rolê bilîzin.

Bi dîtina we, dê encamên razîker jê derkevin, ji ber ku Rûsya di qada Sûriyê de roleke mezin dilîze?

Em ê vê bibînin û bibînin ka encamên wê çawa dibin. Lê ez dixwazim bêjim ku vê peymanê rê li ber çareserkirina gelek dosyayan vekir, anku dosyeya têkiliya di navbera herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê bi navendê re li Şamê, û pirsgirêka têkiliyên Tirkiyê bi herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê re, û aloziya nûnertiya MSD û hêzên siyasî yên din di pêvajoya siyasî de, di nav de Komîteya Destûrê, lewra gelek mijarên me hene ku bi îmzekirina vê belgenameyê hatin vekirin, û ev belgename bila ez ji we re bêjim û ji min bawer bikin ku ji sedî sed Sûrî-Sûrî ye bi imtiyazeke bêkêmasî, û Rûsan pê nizanîbû heya roja civînê dema ku me îmzekirî bir ji wan re...

Erê û ya ku kolana Sûrî hêvî dike ev e...

Lê Rûsyayê bi awayekî ji awayan Efrîn û Serê Kaniyê radestî Tirkiyê kir, û îro hewl dide deriyê Sêmalka li gor rêkeftinekê bi Tirkiyê re kontrol bike. Hûn ji bo paşeroja Kurdistana Sûriyê yan deverên Kurdî li Sûriyê çi dixwazin?

Ev tiştê ku tu dibêjî ne berpirsiyar, ne ciddî û ne rast e jî, ji ber ku di dema civîna me ligel Lavrov de bi amadebûna nûnerên Wezareta Bergiriyê û wan li ser nexşeyan ji me re rave kirin ku ne ji desttêwerdana Rûsî bûya, Tirkan nexşeyek amade kiribû ku derbasî nav axa Sûriyê bibin bi dirêjahiya sînorê Tirkiyê-Sûriyê bi kûrahiya 100 kîlometrên çargoşe û 150 km, û desttêwerdana Rûsî derbasbûna Tirkî bi sînorên herî kêm ku hûn niha dibînin vehewand. Rûsan ji aliyê Kurdî xwest ku desttêwerdana artêşa Sûriyê bixwaze da ku nehêle hêzên Tirkî derbasî Efrînê bibin, lê ev dereng çêbû dema ku Tirkiyê ket hundirê Efrînê?

Em wisa dibêjin ji ber rûbirûbûna hêzên Rûsî û Amerîkî li deverên sînorî yên nêzîkî dergehê Sêmalka?

Bi nerîna min, bikaranîna bêjeya rûbirûbûnê zêdegavî ye, lê tişta ku diqewime xirecirek e, û min di rojnameyeke Rûsî de analîza pisporekî xwend ku leşker dixwazin hêz û çekên xwe bi hev û din re biceribînin û pêşbaziyê bikin. Lê tiştekî ciddî di navbera Rûs û Amerîkiyan de çênebûye ku em jê re bêjin rûbirûbûn, lê ew xirecir bûn, û ev li wê devera ku di navbera hêzên cuda de trafîkeke giran heye, normal e!

Erê, we ew wek xirecir wesf kir, ka em herin aliyekî din. Ma niyeteke stratejî ya dilsoz a Rûsan heye ku nêzîkî Kurdan bibin yan ew tenê hewldaneke taktîkî ye ji bo berfirehkirin û bihêzkirina hebûna xwe li herêma rojhilatê Firatê ya bi samanên xwe dewlemend? Hûn vê çawa dibînin?

Bi baweriya min, ji Rûsan re giring e ku sînorên wan ên başûr aram bin, û ji bo ku aram bin, divê gelên wê aram û ewledar bin, û ji bo gelên wan aram û ewledar bin, divê hemû pirsgirêkên wan werin çareserkirin. , û di vî alî de ez dibînim ku li berjewendiya Rûsan e hemû pirsgirêkên li tenişta wan hene çareser bikin, di nav de pirsgirêkên siyasî û neteweyî û yên din, û wekî hûn jî dizanin ku wan desttêwerdan di Sûriyê de kir ji tirsa ku Sûriye bikeve destê DAIŞê û di paşerojeke nêzîk de ji wan re bibe pirsgirêkek, û ji ber vê yekê ji Rûsan re giring e çareseriyên siyasî yên aştiyane di navbera hemû pêkhateyên cihêreng ên gelan de li ku dibin bila bibin hebin, û hûn dikarin pirsa xwe ji wan bikin çimkî ez ne nûnerê Rûsan im, ez nûnerê Partiya Vîna Gelêrî û Eniya Guherîn û Rizgarî û Platforma Moskowê me.

Da hûn xaleke pir giring ku we behs kir ji me re zelal bikin..

Ev ne karê min e. Karê min zelalkirina helwestên me ye, ne yên Rûsan…

Ez ê pirseke din ji te bikim…

Aliyê Rûsî aliyê fermî ye ku helwesta xwe zelal dike...

Erê. We di belgeya hevtêgihiştinê de behs kir ku HSDê dê tev li artêşa Sûriyê bibe. Tu dikarî vê xalê ji me re zelal bikî, ka ew ê kengî be û ev artêş kîjan e, gelo heman artêş e berî hilweşandina rejîmê yan piştî hilweşandina wê, eger hûn bêtir zelal bikin?

Mijara rûxandina rêjîmê tiştekî pir kevn e. Ti kes qala hilweşandina rejîmê nake. Axaftin li ser 2254 û qonaxeke veguhêz e ku hemû alî tê de beşdar dibin, bi dîtina awayekî kêrhatî ya rêveberiya hevbeş di navbera hêzên curbicur û yên ji hev cuda de. Ev yekem. A duyemîn, ev mijar me li ser prensîbê li hev kir. Ji ber ku ew kevirê bingehîn didane, ku artêş tekane parêzerê rewa yê çekan e, û HSDê di şerê dijî teror û DAIŞê de roleke girîng lîstiye, û divê di vê pêkhateyê de bên tevlîkirin. Form û mekanîzmên tevlîkirina wan dê paşê di navbera hemû Sûriyan de were nîqaşkirin û ne di navbera HSD û rejîmê tenê de ji ber ku di vê rewşê de dê neyê çarekirin, û maseya diyaloga Sûrî ya berfireh dê vebe, wê hingê dê pirsgirêkên bi vî rengî werin çareserkirin. Pirsa li ser hûrguliyan û daxwazkirina ravekirinên bi vî rengî niha ne kêrhatî ye, lê bêtir zirarder e, û danîna erebanê li pêş hesp e û aloztirkirina meseleyan e.

Ka em herin ser têkiliya we û Encûmena Niştimaî ya Kurdî (ENKSê). Gelo hûn dixwazin bi wan re jî belgeyeke hevtêgihiştinê îmze bikin?

Têkiliyên me bi hemû aliyan re hene, û têkiliyên me bi ENKSê re normal in. Em ji hemû hêzan re vekirî ne, û eger aliyek bixwaze têgihiştinekê bi me re pêk bîne û belgeyên jihevtêgihiştinê îmze bike, em vekirî ne mijarê gotûbêj bikin.

Lê têkiliya Partiya Îradeya Gelêrî bi Amerîkayê re çawa ye?

Bi rastî ez ne sekreterê giştî me, ez Sekreterê Giştî yê Partiya Îradeya Gelêrî yek ji dehan im û ez heta niha li ser lîsta Ewropî û Amerîkî cezakirî me. Em carinan li Jinêvê ligel Amerîkiyan dicivin da em nerînan pev biguherin, lê cudahiyên tund hene. Eger ez heta niha cezakirî bim, ev helwesteke ne objektîv e. Di heman demê de, birayê min birêz Riyad Hîcab jî ku berê serokwezîr bû ligel min hat cezakirin. Ceza ji ser wî hatin rakirin lê heya vê kêliyê ji ser min nehatine rakirin. Di rewşa niha de, ev tiştekî ecêb û xerîb e, çimkî em opozisyoneke naskirî ne berî bûyerên 2011 û em dijberiya xwe ya siyasî û aştiyane berdewam dikin û rastiya helwesta me bi çewtiya rakirina çekan tekez bûye. Lê heya niha Amerîkî û Ewropî rijd in ku helwesteke neyînî li dijî me werbigirin tevî ku em di desteya gotûbêjan de hene bi rêya biryara 2254, lewma em hêviyê ji wan dikin ku di siberojeke nêzîk de vê çewtiya xwe rast bikin..

Pirseke dawî heye Dr. Qedrî. Gelo em di jiyana siyasetvanê dêrîn Qedrî Cemîl de bi qonaxeke siyasî ya nû re rû bi rû ne ku bibe lîstikvanekî siyasî yê sereke û bingehîn di sazkirina siberoja Sûriya nû ya demokratîk de?

Ev mijar ji min re ne girine qasî ji min re giring e ku em li ber qonaxeke siyasî ya nû bin, li pêşber Sûriyê û gelê Sûriyê û em ji kirîzê derkevin û dawî li karesata mirovî bînin û dest bi qonaxeke veguhêz a rasteqîne bikin ku straktûra dewletê û teşeya têkiliya di navbera dewlet û civakê de diguhere. Anku em derbasî civakeke demokratîk a pirreng û rasteqîne bibin ku destûreke nû wê bi rêve bibe. Ev ji min re giring e. Hûrkariyên din ji min re bêwate ne. Em şoreşger in û tiştê herî dawî ku şoreşger lê difikire kursî ye.

Lê hûn qet qala neteweya xwe nakin û hûn bi giştî dûrî xelkê herêma xwe ne, çima?

Ez bawer dikim ku ez ji kesên dirûşmên neteweyî bilind dikin bêtir xizmeta neteweya xwe dikim.