Îranê dest bi topbarankirina devera Bradost kir

09-09-2020
Bextiyar Qadir
Nîşan Supaya Pasdaran Îran Bradost
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdarên Îranê îro piştî nîvro careke din dest bi topbarankirina bilindahiyên gundê Berbizîn kir ku ser bi bajarokê Sîdekanê ve ye.

Supaya Pasdarên Îranê îro, 09.09.2020, demjimêr 15.45 bilindahiyên gundê Berbizîn kir ku ser bi bajarokê Sîdekanê ve ye li devera Bradost topbaran kir.

Li gor zanyariyan, topên dûravêj ên Îranê li navçeya Dolmeydana qezaya Şinoya Rojhilatê Kurdistanê tê araste kirin û firokeyên çavdêriyê jî li nêzikî bilindahiyên wê deverên digerin.

Muxtarê gundê Berbizîn Mihemed Mecîd ji Rûdawê re ragihand, îro ji demjimêr 14.00 ve firokeyeke çavdêriyê berdewam li asmanê gundê Berbizîn geriya û got ku paşê Supaya Pasdarên Îranê ji Dolmeydana Şino dest bitopbarankirina bilindahiyên gundê Berbizîn kiriye.

Muxtarê wî gundî amaje bi wê dike, heta niha jî di encama topbaranê de ziyaneke canî û maddî çê nebûye, lêbelê di vê werza salê de bi dehan malbatên cotkar mijûlî karê cotkariyê ne û ji ber topbaranê tirs di nav xelkê de belav bûye.

Ev topbaran Îranê piştî civîna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî tê.

Di wê civîna serokên Tirkiye û Îranê hebûna gerîlayên PKKê li navçeyên sînorî hat gotûbêjkirin û herdu welat li ser wê yekê rêkeftin ku li navçeyên sînorî li dijî gerîlayên PKK û PJAKê operasyonên hevbeş encam bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst