MED-DER: Divê hemû Kurd xwedî li zimanî Kurdî derkevin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê MED-DERê Sedat Baran da zanîn ku Sala Perwerde û Fêrkariyê ya 2019-2020an bo zarokên Kurd pêvajoyeke din a nû ya asîmîlasyonê ye û daxwaz ji hemû Kurdan kir ku “xwedî li zimanê xwe” derkevin.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) derbarê Sala Perwerde û Fêrkariyê ya ‎‎2019-2020an de li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Amedê civîneke çapemeniyê saz kir.

Rêveberê MED-DERê Sedat Baran di civîna çapemeniyê de ragihand ku perwerdeya sala nû bo zarokên Kurd pêvajoyeke nû ya asîmîlasyonê ye.

Baran bibîrxist ku ji avabûna komarê ve û heta roja îro polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê ya li ser zimanê Kurdî qet kêm nebûye û ji ber qedexeya berdewam zimanê Kurdî li qada civakî tenê wek zimanê axaftinê hatiye sînordarkirin û got: “Pirsigirêka ziman bi netew dewletê dest pê kiriye. Dewlet li ser yek zimaniyê polîtîkaya xwe ya ziman birêve dibe. Ev jî dibe sedema jinavbirina zimanan.”

Baran da zanîn ku ziman zindî ye, her tim hebûna xwe diparêze û dema bê axaftin dê her tim zindî bimîne û nayê jinavbirin.

Di heman demê de Baran bal kişand ser perwerdeya bi zimanê dayikê ya di warê pedagojîk de û got: “Zarok li ber deriyê polê dest ji Kurdî berdidin. Li malê jî axaftina Tirkî hildibijêrin. Dema ev yek pêk tê pêvajoya otoasîmilasyonê dikeve dewrê. Ger zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê dê zindî bibe û bi pêş bikeve. Pêwîst e her malek bibe dibistana Kurdî. Divê hemû Kurd nêrîna wan a siyasî her çi be, divê xwedî li zimanê xwe derkevin.”