Supaya Pasdarên Îranê hûrgûliyên êrîşa Koyê eşkere kir

09-09-2018
RÛDAW
Nîşan Koyê HDK PDK-Î Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Supaya Pasdaran hûrgûliyên êrîşa li ser baregahên partiyên Rojhilatê Kurdistanê belav kir û ragihand, ku di êrîşê de 7 mûşekên ji erd bo erdî hatine bikaranîn.

 

Supaya Pasdarên Îranê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) ya Rojhilatê Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li Koyê li xwe girt.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku “wan grûban ji Herêma Kurdistanê ve ji bo têkdana ewlekariya parêzgehên Azerbehcana Rojava, Kurdistan û Kirmaşanê tîm şandine” lewma jî armanckirina wan ketiye barnameya Sûpaya Pasdaran.

 

Li gorî daxuyaniyê “serkirdeyên van grûban guh nedane hişyariyên cidî yên berpirsên Herêma Kurdistanê” lewma jî ji bo ji holê rakirina baregahên wan roja 8ê Îlonê, hêzên bejayî yên Supaya Pasdaran, cihê civîna wan hizban bi 7 mûşekên menzîl kurt kiriye amanc.

 

Supaya Pasdaran dibêje, operasyona wan bi serkeftî gihiştiye encamê û li gorî rapor û belgeyên piştraskirî bi dehan endam û serkirdeyên wan hizban canê xwe ji dest dane.

 

Herwiha Sûpaya Pasdaran hişyariyê dide dijberên Îranê û dibêje, eger çalakiyên wan dubare bibin dê bersiva wan jî hişktir be.

 

Duh topxaneyên Îranê bi alîkariya firokeyên çavdêriyê baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) ya Rojhilatê Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li navçeya Koyê ya Hewlêrê bombaran kirin.

 

Di encama êrîşê de 15 endamên HDK û 2 endamên PDK-Î şehîd bûn û zêdetirî 40 kesan jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst