Firokeyên Tirkiyê Çiyayê Metîn bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên şer ên Tirkiyê Çiyayê Metîn  û çend deverên din ên navçeya Amêdiye ya Duhokê bombebaran kirin û ji ber vê yekê agir bi dar û pûşan ket.

 

Hemwelatiyê bi navê Îsam Guherzî ji navçeya Amêdiyê ji Rûdawê re ragihand: “Firokeyên şer ên Tirkiyê îro danê sibê (09-09-2018) Çiyayê Metîn û Kanî Zerkê ya nêzîkî Berê Silê bombebaran kirin. Lê heta niha jî nayê zanîn ka ziyanên canî hene yan ne.”

 

Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê jî da zanîn, ku firokeyan ji bilî Çiyayê Metîn çend devereke din ê navçeya Amêdiyê bombebaran kirine.

 

Nîştecihê gundê Bilave ya bajarokê Dêrelûkê Fayiq Bilaveyê jî got: “Firokeyan geliyê Sergelê, gundê Berçê, Kurku, Kanî Zerkê ya devera Nihêlê dane ber bombeyan.”

 

Fayiq Bilaveyî diyar kir, ku ew gund vala ne lê ji ber bombebaranê ziyana madî çêbûye û agir bi dar û pûşên wan gundan ketiye.

 

Artêşa Tirkiyê jî ragihandibû ku duh bi şev firokeyên wan herêmên Avaşîn-Basyan û Zapê bombebaran kirine.

 

Hêjayê gotinê ye ku ev sêyemîn car e di vê heftiyê de firokeyên Tirkiyê sînorên navçeya Amêdiyê bombebaran dikin.

 

Rêveberê bajarokê Kanî Masî Serbest Akreyî ji Rûdawê re ragihand: “Di vê heftiyê de du carên din jî firokeyan ev navçe bombebaran kirine û ev nêzîkî heftiyekê ye agir bi dar û daristanên Amêdiyê ketiye.”