ENKSê êrişa Îranê bo ser HDK û PDKÎyê weke “êrişeke hovane” bi nav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) îdamkirina 3 ciwanên Kurd li Îranê û êrîşa duh a li ser bargehên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li Koyê bi tundî şermezar kir û ragihand, “terora Îran” bi her awayî berdewam dike.

 

Sekretariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de diyar dike, ku rêjîma Îranê bi destêwerdana xwe di karûbarên welatên din de, navçe xistiye nav şerekî û aramiya herêmê xirab kiriye.

 

ENKS êrişên Îranê bo ser baregehên HDKê û PDKÎyê weke “êrişên hovane” bi nav dike û  dibêje, “êrîşên Îranê yên hovane nikarin îradeya gelê Kurd û bi destxistina mafên xwe yên netewî yên rewa bişkînin.”

 

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê herwiha serxweşiyê li malbatên şehîdên HDKê û PDKÎyê dike û hêvî dike, ku birîndarên wê êrişê di demeke zû de baş bibin.

 

Duh Şembiyê 8ê Îlona 2018, Îranê bi alîkariya firokeyên çavdêriyê êrişeke mûşekî kire ser baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên Rojhilatê Kurdistanê, ku dikevne navçeya Koyê ya di bin desthilata Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de û di encama êrişê de gelek şehîd û birîndar çê bûn.

 

Di nava birîndarên êrişê de herdu sekreterên niha û yê berê yê HDKê, Mistefa Mewlûdî û Xalid Ezîzî jî hene.

 

Li aliyekî din Cîgirê Rêveberê Tendirustiya Koyê, Şêrwan Celal îro derbarê amara herî dawîn a qurbaniyên êrişa Îranê ya bo ser baregehên her du partiyên HDK û PDKÎ yan HDKAyê de ragihand: “Heta niha 15 kesan di encama wê êrişê de canê xwe ji dest dane, ku herî dawî endamê serkirdatiya HDKê, Mihemed Qadirzade ji ber dijwariya birînan, li Silêmaniyê canê xwe ji dest da.”

 

Peyamnêrê Rûdawê li Koyê, Herdî Mihemed jî da xuyakirin: “Hêj du kesên din li bin kavilên baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de mane û hêj termên wan ji bin kavilan nehanîne derê, lewma bi wan herdu kesan ve hejmara kesên ku di encama êrişê de canê xwe ji dest dane, digihe 17 kesan.”