Mehmûd Mihemed: PDK 11ê Îlonê bi gotara Serok Barzanî dets bi kempîna xwe dike

09-09-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Mehmûd Mihemed Hilbijartin Kurdistan PDK Bangeşe Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, roja 11ê Îlonê PDK bi gotara Serok Barzanî dest bi kempîna xwe ya hilbijartinê dike.

 

Îro Yekşembî 9ê Îlona 2018, Encûmena Serkirdatiya PDKê li bajarê Hewlêrê civîneke berfireh saz kir. Piştî bi dawî hatina civînê, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, du mijarên giring di civîna îro de hatin gotûbêjkirin û got: “Rewşa niha ya Iraqê û proseya siyasî û çawaniya pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê, tevî çawaniya xweberhevkirin û ew rêkarên ku bo hilbijartinên 30ê Îlonê hatine cîbicîkirin.”

 

Mehmûd Mihemed got: “Eva ku cenabê serok û civînê tekezî li ser kirin, ev e ku em hewl didin kempîneke aram û li ser xwe û bi balans birêve bibin, her weke ku me di kempîna hilbijartinên parlamentoya Iraqê de encamp da. Em xwe bi hinek babetên lawekî, ku xelkê din dixwazin xwe pê ve mijûl bikin, mijûl nakin, belku me çi kiriye û çi di xeyala me de heye bo xelkê Kurdistanê, em dê wan ji xelkê re bêjin, em dê rastbêj bin li gel xlekê, tevî başî û xirabiyan.”

 

Bi gotina Berdevkê PDK, roja 11ê Îlonê PDK li Hewlêrê bi gotareke serok Barzanî bi fermî dest bi kempîna xwe ya hilbijartinan dike.

 

Derbarê helwesta PDKê ya li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de jî, Mehmûd Mihemed diyar kir: “Em nêzîkî wî alî ne û ew alî nêzîkî me dibe, ku bikare bêhtir projeya me cîbicî bike. Em niha nêzîkî ti kes û aliyekê nînin, lê em xwe ji ti aliyan jî bi dûr nabînin. Dûrî û nêzîkiya me girêdayî xalên hevbeşên me dibe, ew jî ev proje ye, meseleya şirîkatiyê, lihevkirin û balance ye di Iraqê de. Her aliyek ew xal têde hebin, tekez em dê nêzîkî wan bin û em dê gotûbêjên pêwîstî jî bikin, ji bo ku hikûmeta nû ya Iraqê were pêkanîn.”

 

Berdevkê PDKê amaje bi wê yekê jî kir, ku wan daxwaz ji herdu fraksyonan kiriye, ku bi şêweyê nivsîkî bersiva daxwaziyên Kurdan bidin.

 

Li ser gotûbêjên PDKê û YNKê yên li gel aliyên Iraqî jî, Mehmûd Mihemed destnîşan kir: “Şanda Bexdayê dûr ji çavê medyayê di van çend rojên bihorî de hatin, vê sibehiyê jî şandek li vir bû, doh û pêrê û roja înê jî şand li vir bûn û gotûbêj li ser van mijaran hate kirin. Her yek ji wan bi awayekê behsa projeya xwe dike; ji her du fraksyonan, him bereya Malikî û Fetih û him jî bereya Saîrûn û Nesir, ji her du aliyan ve şand hatine û axavtin li ser vê mijarê hatiye kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst