Li Dêra Axtamarê piştî 3 salan merasîmên ayinî

09-09-2018
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li Dêra Surp Xaç a li Girava Axtamarê li Gola Wanê ku bi destûra Wezareta Çand û Geştyariyê salê carekê lê îbadet tê kirin, piştî 3 salan ayîna şeşemîn bi rê ve diçe.

 

 

Li dêra li Girava Axtamarê ku di nava sînorê navçeya Westanê de dimîne, amadekariyên ayînê kuta bûn.


Gelek kesên ku ji bo beşdariya ayînê ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û welatên din çûn, li Îskeleya Axtamarê li kelekan siwar bûn û piştî rêwîtiyeke 20 xulekan gihîştin giravê.




Rêveberiya Çand û Geştyariyê ya Parêzgehê, Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê û hin saziyên civaka sivîl jî stant vekirin û ji bo danasîna bajêr, broşur li mêvanan belav kirin.




Wekîlê Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Aram Ateşyan ku ligel hin peywirdarên olî hat giravê, bi welatiyan re sohbet kir, mûm vêxist û dia kir. Ayîna ku ji aliyê Ateşyan ve tê birêvabirin, piştî 3 salan cardin dest pê kir.




Wezîrê Çand û Geşyariyê Mehmet Nurî Ersoy jî ji bo ku beşdarî ayînê bibe, hat Girava Axtamarê.

  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst