WAN – Li Dêra Axtamarê piştî 3 salan ayîn hate lidarxistin

09-09-2018
RÛDAW
Nîşan Wan Girava Axtamar Ermenî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dêra Surp Xaç a li Girava Axtamar a li Gola Wanê, bi destûra Wezareta Çand û Giştiyarî ya Tirkiyê, piştî 3 salan cardin ayîn hate lidarxistin.

 

Îro li Dêra Surp Xaç a Ermenan a li Girava Axtamar a li Gola Wanê rêwresmên olî yên Xiristiyanên Ermen birêve çû. Ayîna îsal 2 demjimêran ajot. 

 

Bi destûra Wezareta Çand û Giştiyarî ya Tirkiyê salê carekê rêwresmên olî tên kirin lê ev 3 sal bûn ji ber sedemên ewlekariyê ayîn nedihate kirin.

 

 

Ji bo beşdarbûna ayînê ji Tirkiye û derve gelek kes  hatin, li Îskeleya Axtamarê li kelekan siwar bûn û piştî rêwîtiyeke 20 deqîqeyan gihîştin giravê.

 

Rêveberiya Çand û Geştiyarî ya Wanê, Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê û hin saziyên civaka sivîl jî stant vekirin û ji bo danasîna bajêr, namîlke li mêvanan belav kirin.

 

Ayîna li Girava Axtamarê bi serpereştiya Alîkarê Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Aram Ateşyan birêve diçe û Wezîrê Çand û Geştiyarî yê Tirkiyê Mehmet Nurî Ersoy jî beşdar bû. 

 

Di dema ayînê de Ateşyan daxwaza aştî û aramiyê anî ziman û beşdaran bi hevre kevokên spî firandin. 


 

 

Akdamar'da 3 yıl aradan sonra ilk ayin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst