HESKÎF – Tekiyeya Îmam Ebdullah jî dê were veguhestin

09-09-2018
RÛDAW
Nîşan Heskîf Êlih Îmam Ebdullah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî Mezargeha Zeynel Beg û Hemama Artûkî, niha jî Tekiyeya Îmam Ebdullah ji bo di bin ava Bendava Ilisu de nemîne, ji navçeya Heskîf a Êlihê tê veguhestin.

 

Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Avê yê Tirkiyê, ragihand ku ji bo mîrateyên dîrokî yên li Heskîfê di bin ava Bendava Ilisuyê de nemînin, karên veguhestina wan ji bo cihên bi ewle berdewam dikin.

 

Li gorî daxuyaniyê Tekiyeya Îmam Ebdullah a li Heskîfa Kevin jî dê ji bo bajarê jorîn ê Heskîfê were veguhestin.

 

Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Avê yê Tirkiyê eşkere kirk u dê tekiye weke 3 parçe, anku mezargeh, mînare û avahî bi şêweyeke cuda ji bo dûriya 2 hezar û 400 metre dê were veguhestin.

 

 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku giraniya mezargehê 850 ton, minare 450 ton û avahî jî 250 ton e.

 

Karê veguhestina Tekiyeya Îmam Ebdullah dê roja 10ê Îlonê dest pê bike.

 

Tekiyeya Îmam Ebdullah yek ji bermayeke dîrokî ya Heskîfê ye û di sedsala 12ê de, wate di dema Artûkiyan de hatiye çêkirin.

 

Hêjayê gotinê ye ku beriya niha Mezargeha Zeynel Beg û Hemama Artûkî jî hatibûne veguhestin.

 

Hikûmeta Tirkiyê bi çêkirina Bendava Ilısû dîroka 12 hezar salî ya Heskîfê jî dixe bin avê. Ji bo parastina Heskîfê gelek caran çalakî û kampîn hatine kirin lê biryara çêkirina bendavê nehate guhertin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst