Hêmin Hewramî: Emê hewl bidin parlemento beriya 15ê Îlonê were aktîvkirin

09-09-2017
RÛDAW
Nîşan Serxwebûn Referandum Kurdistan Parlemento Hêmin Hewramî PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e sibe roja yekşemê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) civîneke giring pêk bînin. Endamê Serokatiya PDKê Hêmin Hewramî ragihand, ku dê hewl bidin ku beriya 15ê Îlonê Parlementoya Kurdistanê were aktîvkirin.

 

Piştî civîna şanda YNKê li gel Tevgera Goran û Komela Îslamî, biryar e roja yekşemê 10ê Îlona 2017an, PDK û YNK bi asteke bilind li ser aktîvkirina Parlementoya Kurdistanê bicivin.

 

Endamê Serokatiya Herêma Kurdistanê Hêmin Hewram di tweetekê de ragihandiye, ku roja yekşemê di navbera PDK û YNKê de "civîneke giring dê were pêkanîn" ku têde ji bo serketina pêvajoya giştpirsiyê û ji bo "aktîvkirina parlemetoyê herî kêm beriya 15ê Îlonê" hewldaneke hevbeş dê were dayîn.

 

Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li ser rewşa Herêma Kurdistanê, aktîvkirina parlementoyê û li ser giştpirsiyê, peyama xwe ya dawîn dabû Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê û diyar kiribû ku roja yekşemê dê li gel PDKê bicivin.

 

YNKê di peyama xwe de 7 xal diyar kiribû:

 

1- Asayîkirin û aktîvkirina Parlementoya Kurdistanê.

 

2- Ji bo ku di navbera mûçeyên pilebilind û mûçeyên kêm de hevsengî were pêkanîn, pêwîst e paşketina mûçeyan bi rêya pesendkirina projeyasayeke taybet ji holê were rakirin û ji bo dayîna mûçeyên paşketî ji mûçexuran re pêwîst e garantî were dayîn.

 

3- Bawerîdana bi serok û endamên encumena sindoqa dahatên petrol û gazê.

 

4- Pêdeçûna yasaya hilbijartin û desteberkirina mafê dengdana niştecihên herêmên veqetandî, da ku nûnerên wan ên rasteqîn hebin li Parlementoya Kurdistanê.

 

5- Pesendkirina yasaya referanduma serxwebûnê.

 

6- Lijneya amadekirina destûrê bo rapirsiyê, bawerî pê were dayîn bo amadekirina Destûra Dewleta Kurdistanê.

 

7- Sererastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya hejmara 1 a sala 2005an.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst