Duhok (Rûdaw) - Êvariya îro li bajarê Duhokê 4emîn Festîvala Navneteweyiya Fîlm a Duhokê dest pê kir Dê festival heta 16ê Îlonê berdewam bike.
Festîvala îsal a Fîlm a Duhokê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê dê lidarxistin.
Ji ber kirîza darayî ya li Herêma Kurdistanê, pêştir hatibû ragihandin, ku Festîvala Navdewletî ya Fîlm a Duhokê îsal nayê sazkirin, ku ew yek rastî gazinde û nerazîbûnên mezin ên hunermend, sînemakar û hin rayedarên pilebilind di asta Kurdistanê û cîhanê de hat.
Lê belê piştre Tora Medyayî ya Rûdawê sponsoriya vê festîvalê qebûl kir û festîvala îsal bi tekane sponsoriya Rûdawê tê lidarxistin.
Peyamnêrê Rûdawê Nasir Elî ragihand ku îro danê êvarê 4emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlm a Duhokê dest pê dike û heta hefteyekê berdewam dibe.
Peyamnêrê me herwiha ragihand, Biryare di festîvala îsal de jî ji welatên cuda film beşdar bibin. Herwiha berpirsên hikûmetê, yên Wezareta Rewşenbîrî, hunermend û sînemahez jî di festîvalê de amade bin.
Duhok yek ji parêzgehên Herêma Kurdistanê ye ku pirr nêzîkê eniyên şer e û tenê 40 km dûrî çeperên DAIŞê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse