Balafir Qendîlê bombebaran dikin (Hat nûkirin)

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Tirkiyeyê li nav axa Başûrê Kurdistanê çiyayê Qendîl bombebaran dikin.

 

Peyamnêerê Rûdawê li Çomanê ragihand, îro 9ê Îlonê balafirên şer ên Tirkiyeyê piştî nîvro dest bi êrişên xwe bo ser kamp û navendên gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kirin.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, balafir bi ser esmanê Qendîlê de digerin û cihên PKKê didin ber bombeyan.

 

Peyamnêrê me da xuyakirin: "Balafirên Tirkiyeyê gundê Bolê li bintara çiyayê Qendîlê bombebaran kirin."

 

Li gor gotina peyamnêrê me, balafir bi ser esmanê herêmê de digerin, lê heta niha ti cihekî din nehatiye bombebarankirin.

 

Derbarê zirarên êrişê de ti agahî di ber dest de nînin.