Jinan ji bo dijberiya DAIŞê çadir danin

09-09-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Wan (Rûdaw)- Li Ebexê (çaldiran) navçeya Wanê jinan ji bo dijberiya beşdarbûna rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) çadira nobedariyê vedan.

Hevseroka Şaredariya Ebexê Suna Atabay lis ser mijara jinên li gundê Navriyê ya li sînorê Îranê daxuyanî da û ragihand ku wan agahî standine ku ji Îranê gelek kes derbasî Tirkiyeyê dibin û tevlî çekdarên DAIŞê dibin, wan jî bi mebesta pêşîlêgirtinê vê yekê çadir vedane.

Atabay diyar kir ku mebesta wan ew e ku hestyariye çêbikin û wiha domand:

“Îro li navçeya me mixabin bi alîkariya gelê me endamê DAIŞê derbasê sînor dibin. DAIŞ hewl dide ciwanên me bikşînin nava xwe. Me ji bo pêşîlêgirtina vê yekê çadira nobedariyê vedaye.”

Çadira nobedê 3 roj û 3 şevan dê vekirî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst