Viyan Dexîl: 5 hezarê zêdetir jinên êzîdî hatine revandin

09-09-2014
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw)- Parlementera Kurd li Bexdayê Viyan Dexîl eşkere kir, 79 malbatên êzîdî ku her malbatek ji 6-7 kesan pêk tê, ligel wê diaxivin û dibêjin ew li gundên nêzîkî Tileferê di rewşeke xerab de ne û daxwaza hevkariyê dikin.

 

Endama Parlementoya Iraqê parlementera kurd a êzîdi Viyan Dexîl di konferensa aştiyê ya bi navê Xwedayê mezin û Tawusê Melek axivî û got: “Beriya ku ez bêm konferansê min 35 zarok dîtin ku ji malbatên xwe winda bibûn û temenê wan 4-6 salan bû.”

Viyan Dexîl got: “Heta niha 5 hezar jinên kurdên êzîdî hatine revandin û temenê wan jinan di nava 13-56 salan de ye. Agahiyên ber destê me dibêjin ku ew çekdarên terorîst keçan ji bîran derdixin û bi buhayê 150 dolaran difroşin ku 300 keç ji wan bi 300 dolaran hatine firotin.”

Wê parlamentera kurd a êzîdî diyar kir, “beşek ji wan jinên ku hatine revandin, zarokên wan jî di hemêza wan de bûn, piştre ew zarok ji wan stendine.”

Viyan Dexîl di gotina xwe de behsa hevkariyên Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Hikûmeta Herêma Kurdisatnê kêmasî di warê pêşkeşkirina alîkariyan de nekiriye, lê hemû tiştek ji destê wê nehatiye. Xelqê Duhokê pir alîkariya Kurdên Êzîdî kirine û tu cudahî nekiriye navbera musilman û êzîdiyan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst