DEM Partî li hemû navçeyên Rihayê kongreyan saz dike

09-08-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Riha Kongre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Dem Partiyê ya Rihayê ragihand ku ew dê di Îlonê li hemû navçeyan kongreyan saz dike.

DEM Partiyê di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de li Rihayê serkeftineke mezin bi dest xist.

DEM Partiyê di hilbijartinan de şaredariyên navçeyên Serê Kaniyê, Wêranşar, Sirûc, Curnê Reş, Hewag û Bîracikê bi dest xist û di Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de jî bû partiya yekem.

Şaxa DEM Partiyê ya Rihayê îroli ser hesabê xwe yê Xê ragihand, tekoşînê mezin dikin û dema taca serkeftinê ye.

DEM Partiya Rihayê got, “Ji bo mezinkirina kelecana rêxistinkirina gel û hêviyên siberojê, em li hemû navçeyan kongreyan saz dikin.

Em bi vê bawerî û rijdiyê di serî de ciwan, jin û kedkar em bang li hemû çînên civakê dikin da ku hêzê bidin xebatên DEM Partiyê û di rêveberiyên rêxistinên navçeyan de cî bigrin.

Ev tekoşîn dê heta tecrît bê şikandin, aştî, azadî û wekhevî pêk were berdewam bike.

Kongreyên me, ji me, gel û partiya me re pîroz be. Niha dema DEMê ye.”

Li gorî DEM Partiyê kongre wê di hefteya ewil a meha Îlonê de dest pê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst