Li Amedê rêjeya bikaranîna madeyên hişbir ji sedî 100 zêde bûye

09-08-2024
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Madeyên Hişbir Safiye Akdag
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Şaredariya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi armanca hişyarkirina civakê li dijî bikaranîna medeyên hişbir semînerek lidarxist.

Psîkologên şaredariyê li hemberî zêdebûna bikaranîna medeyên hişbir malbat hişyar kirin û ji bo rêgiriya li ber medeyên hişbir bal kişandin ser avakirina hişmendîyek xurt a dê û bavan.

Hevseroka Şaredariya Navçeya Bajarê Nû ya Amedê Safîye Akdagê ragihand ku ji îro şûn de bi armanca têkoşîna bi tiryakê re dê li her qadê, li tax û gundan çalakiyan li dar bixin ta civak bigihîje hişmendîyek xurt.

“Niha bi taybetî jin ji bo tiryakê bikirin laşe xwe difroşin”

Hevşaredara Bajarê Nû ya Amedê Safiye Akdagê got:  

Gotineke dayîkan hebû ji bo me ku ev ji bo me gelek girîng bû. Digotin em rê û av û tişt û miştan ji we naxwazin bes zarokên me ji vê qirêjiyê rizgar bikin.

Digotin hûn çi dikin bikin zarokên me rizgar bikin ji ber ku em êdî nikarin serederî pê re bikin.

Dema digotin tiryakkêşî her tim mêr dihatin bîra me lê niha bi taybetî jin ji bo tiryakê bikirin mixabin laşe xwe difroşin û êdî hêdî hêdî ber bi fûhûşê va diçin.”

Li gorî rapora Baroya Amedê ya 2023yan, berawirdî çend sal berê li Amedê bikaranîna tiryakê ji sed zêde bûye.

Herwiha temenê bikarhêneran jî daketiye ta 12 saliyan ku bi vê rastiye tiryak li bajêr gîhîştiye asteke gelekî tirsnak.

“Zarok li kolanan hînî medeyên hişbir dibin”

Welatiyekî wiha axivî, “Di malê de bi şîretan, urf û edetên xwe û exlaq wijdanê bi zarokên xwe bidin nasandin lê eva jî têr nake.

Me semîrek derbas kir me dît ku zarok zêdetir li kolanan hînî medeyên hişbir dibe ne di mal de. Kes naxwaze zarên wî xirab bibe.”

Welatiyekî din jî wiha anî ziman, “Zarokên me li şûna kar û xebatên xwe bikin hemû kirin alkolîk û tiştên din.”

Welatiyekê jî got,”Eger zarok li gorî mezinan bikin nakevin rêya xirab lê bi ya mezinên xwe nekin di rêya xirab de bin.”

Li gorî ragihandina Şaredara Bajarê Nû, ev seminer qonaxa ewil a têkoşîna bi tiryake rê bû û de xebaten xwe yên bi vî rengî berdewam li tax û gundên Amedê bidomînin ku hişmendiya civakê bigihînin asta pêwîst.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst