Rêveberiya Xweser ji bo Dêrezorê bang kir

09-08-2024
Nîşan Rêveberiya Xweser Dêrezor Bang Civaka Navneteweyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo bûyerên li Dêrezorê bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê ji şeva çarşemê heta sibeha pêncşemê êrişî çend deverên cuda yên Dêrezorê kir.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiv da êrişan û çekdar neçar man vekişin.

Çekdaran şeva borî careke din bi topan êrişî rojhilatê Dêrezorê kir.

Komên çekdar ên Hîkûmeta Sûriyeyê îro saet derdora 02:30î de bi topên obusan êrişî gundên El-Dehla û Cedîde Begarayê yên li rojhilatê Dêrezorê kir.

HSDyê ragihand ku di van topbaranan de heta niha 11 sivîl şehîd ketine 5 sivîl jî birîndar bûne.

Rêveberiya Xweser li ser van êrişên çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê daxuyaniyek weşand.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku Sûriye binpêkirin û ku li li hemberî serweriya xaka wê tên kirin piştguh dike û heman tiştan li Dêrezorê dike.

Dixwazin kaosê derxin

Daxuyaniyê ameje pê kir ku Şam û Tirkiyeyê li hev kiriye û dixwazin bi rêya komên çete kaosê derxinû  aramiyê nehêlin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew dê berxadana xwe bidomînin û li pey çû:

“Em careke din diyar dikin ku îradeya gelê me yê li Dêrezorê ji planên û wan xurttir e.

Li hemberî van siyasetên naskirî ku bi temamî bi xwestekên dewleta Tirk ên tunekirina gelê me pêk tên em bi îradeya gelên re ne.”

“Berpirsyariya xwe bi cih bînin”

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê her wiha bangî civaka navneteweyî û komîteyên lêpirsînê kir ku “li hemberî van êrişan berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst