Li Agiriyê agir bi erdên genim ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi erdên genim ket.

Li nêzîk Taxa Kupkiranê ya navenda Agiriyê ji ber sedemeke nediyar agir bi erdên genim ket ên ku beşeke wan a zêde hatibû çinîn.

Agir bi bandora bayê di demeke kurt de belav bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tîmên AFADê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebata tîman de agir hat vemirandin lê zerara madî çêbû.